Lêkolîneke Îngilîzan: Dibe ku 1,8 milyon kes bimirin!

Li gorî lêkolînên li Birîtanyayê hatîn kirin, her çiqas tedbîran li hember belavbûna pandemîniya Covîd-19 bên girtin jî, dibe li tevahiya cihanê 1,8 milyon kes jiyana xwe ji dest bidin.

Lêkolîn ji aliyê “Imperial College” ya Londra yê ve pêk hat. Tê payîn ku ev texmînên çavlêkirinê yên bîrkarî ên lêkolîneran ne tenê ‘pêşbînî’ ne.

Li gorî lêkolînê, li tevahiya cihanê tedbîrên li dijî belavbûna vîrûsê her çiqas bên girtin jî dibe ku 1,8 milyon kes jiyana xwe ji dest bidin.

Di rapora nava meha Adarê ji aliyê Imperial College ve hatî pêşkêşkirin de, diyar kiribûn ku wê şewb tenê li Birîtanyayê rê li ber mirina 510 hezar kesan veke.

Ev rapor bi taybet ji aliyê zanista civaka metodolojîk ve hate rexne kirin, lê belê ev bû sedem ku hikumeta Îngîlîz li dijî şewbê stratejiya xwe biguhere.

Heman lêkolîneran dan diyarkirin, li gorî texmînên kirin ku eger li tevahiya cihanê ti tedbîr neyên girtin, hejmara miriyan wê bigehe 40,6 milyon kesan û 7 milyar kes wê bikevin nexweşiyê. Ev tê wateya ku cihana 7,6 milyar şêniya wê heyî hema bêje hemû kes wê bikeve nexweşiyê.

Pişte lêkolîneran herêm û faktorên cuda tevlî kirin, gehiştin encama ku vê carê 1,85 milyon kes wê bimirin û wê nêzî 470 milyon kes bêne enfektekirin.