Lêhî li Siûdî Erebîstan rabû: 12 kes mirin

Ji ber barana zêde ya li Erebîstana Siûdî ya piranî xwedî bejahiyeke çole, di encama rabûna avê de 12 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastina Sivîl ve hate kirin, li bajarê Tabûk ê dikeve rojavayê bakurê Qiraltiya Siûdiyê 10 kes mirin. Li bajarê Medîneyê jî kesek li nêzî sînor miriye.

Di encama mudaxeleyên rizgarkirinê yên roja Yekşem û Çarşemê de 271 kes hatin rizgarkirin. Hate ragihandin ku piraniya kesên hatine rizgarkirin ji bajarê Tabûkê ne.

Ji ber barana zêde ya roja Yekşemê û vir ve di serî de li herêmên dikevin rojavayê bakur ên dikevin sînorê Urdun û bakurê Qiraltiyê û gelek herêm ji baranê ziyan dîtin.

Li Erebîstana Siûdî ji ber barana meha Cotmeh û Mijdarê bi kêmanî 35 kes mirine.