Lêborîna ku piştî 128 salan tê xwestin!

Şaredariya New Orleansê ya DYE'yê ragihand, ji bo 11 Îtalyayiyên ku sala 1891'ê hatin lînçkirin wê bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.

Bûyera herî mezin a lînçê ya dîroka DYE'yê, 14'ê Adara 1891'ê rû da. Şefê polîsan David Henessy ji aliyê çar kesan ve hate kuştin. Ji ber vê bûyerê 11 koçberên Îtalyayî hatibûn girtin û tevî ku bêguneh hatin dîtin û hatin berdan, ji aliyê bi hezaran kesî ve ji girtîgehê hatin derxistin û hatin lînçkirin.

Koçberên Îtalyayî ku piştî rakirina koledariyê anîn bajêr, wê demê li karên ku koleyan dikirin dihatin xebitandin û heman nêzîkatî li dijî wan dihate nîşandan.

Li gorî daxuyaniya ji buroya Şaredara New Orleansê LaToya Cantrell hate kirin, ji bo koçberên 12'ê Nîsanê hatin kuştin wê bi rengekî fermî lêborîn were xwestin.