Le Drîan: Li hemberî DAÎŞ’ê em şer dikin

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves diyar kir ku DAÎŞ têk neçûye û şerê li dijî DAÎŞ’ê didome.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê bû mêvanê bernameya hevpar a RTL, LCI û Le Fîgaroû diyar kir ku DAÎŞ hê têk neçûye.

Le Drîan got ku “Li Iraqê şaneyên wan ên veşartî hene û li Sûriyeyê jî hêzeke wan heye.”

Le Drîan diyar kir ku şerê wan ê li dijî DAÎŞ’ê didome û bal kişand ser vî tiştî ku divê ewlehiya kampan were kirin û piştre darizandinek were kirin.

Le Drîan diyar kir DAÎŞ’ê êrîşî ku derê kiribe, divê li wê derê were darizandin.