Lavrov: ‘Komên di ablûkayê’ de nahêlin alîkarî biçe ji Gûtayê re

Lavrov îddîa kir ku komên ‘mûxalîf’ nehiştine ku di dema agirbesta ji bo 5 saetan de alîkarî biçe ji Gûtaya Rojhilat re.

Lavrov diyar kir ku çûna sîvîlan tê astengkirin û got ‘Komên li Gûtayê dora wan hatine girtin di heman demê de êrîşên xwe yên li dijî Şamê didomînin.’

Lavrov xwest ku alîkariyên mirovî bila ji aliyê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê were kirin û diyar kir ku alîkarî dikare bi kampa penaberan a Rûkbanê ya li ser sînorê Urdunê û li herêma El Tanîf a li ser sînor were kirin.

Biryara agiresta mehekê ya ku roja Şemiyê li Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê derbasdar be jî, komên DAÎŞ û El Kaîdeyê li derveyî vê biryarê ne.

Li Gûtaya Rojhilat a ku Rûsya bi rêya hewayî piştgiriyê dide rêveberiya Beşar Esad di navbera saetên 09.00-14.00’an de agirbest heye.