‘Kuştina Sileymanî şaştiya herî mezin a stratejîk a DYE’yê ye’

Konseya Ewlekariyê ya Îranê ku têkildarî kuştina Sileymanî daxuyaniyek da got: “Êrîşa DYE’yê wê bibe xetaya herî mezin a stratejîk.” Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku cîhan nikare xwe li şereke din ê Kendavê ragire.

Konseya Ewkekariya Îranê ya piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê Sileymanî ya ji aliyê DYE’yê ve kom bûn got: “Êrîşa DYE’yê wê bibe xetaya herî mezin a stratejîk.”

Îranê li ser kuştina Fermandarê hêza Qudsê û Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Sileymanî ya ji aliyê DYE’yê ve daxuyaniyek da.

Konseya Ewlekariya Mîllî ya Îranê ku piştî êrîşê li hev civiya got: “DYE wê bê ceza nemîne, wê tola Îranê dijwar be.”

NY: CÎHAN XWE LI ŞEREKE NÛ YÊ KENDAVÊ RANAGIRE

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî daxuyaniyek da.

Alîkarê Berdevkê Sekretetê Giştî yê NY’yê Farhan Heq daxuyanî da diyar kir ku Sekreterê Giştî Antonîo Gutarres piştî sûîkasta li dijî Qasim Silêmanî banga xwînsariyê li Washîngton û Tehranê kiriye.

Haq got: “Sekreterê Giştî yê NY’yê ji bûyerên dawî rûdane pir bi fikar e. Ragihand ku divê lîder bi xwînsarî tevbigerin. Cîhan xwe li şerekî nû yê Kendavê ranagire. Ji bo vê rê nadin vê yek.