Kûrz: Em gef û şantajên Erdogan qebûl nakin

Sebastîan Kûrz ê ku li Ewûstûryayê dîsa bû serokwezîr diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan bi penaberan dixwaze çavê Yekîtiya Ewropayê bitirsîne û got ku “Em van şantajên Erdogan qebûl nakin.”

Sebastîan Kûrz ê ku hefteya borî dîsa bû serokwezîr, vê Yekşemê ji rojnameya ‘Bîld am Sonntag’ a li Elmanyayê re axivî.

Kûrz derbarê polîtîkayên li ser penaberan a Yekîtiya Ewropayê jî axivî û rexneyên giran li desthilatdariya Erdogan kir.

Kûrz li hemberî gotina Erdogan a ku gotibû ‘Em ê deriyan vekin’ jî got ku “Divê em stûyê xwe li hemberî şantajên Erdogan xwar nekin. Erdogan zextê li muxalifên xwe dike, her roj rojnameger tên girtin. Erdogan penaberan wekî çekê bi kar tîne.”