‘Kurd terorîst bin berxwedêrên li dijî Gestapo jî terorîst in!'

Nivîskarê Fransiz Patrîce Franceschî di rojnameya Le Monde de gotarek weşand û got, “Li Sûriyeyê mirov piştgiriyê nede Kurdan, tê wateya ku ew ê komê terorîst dîsa ava bibin.”

Nivîskarê Fransiz Patrîce Franceschî di rojnameya Le Monde de gotarek weşand û diyar kir ku heke Ewrûpa destûrê bide êrîşên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li ser Efrînê, ew ê jî bibe hedefa êrîşan.

Di gotarê de ev tişt derketin pêş: “Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo hincetan ji êrîşa xwe re bibîne, diyar dike ku Kurd sînorên li Başûr tehdît dikin û ferqa wan ji terorîstên din tune. Ev meseleya propagandayê ye. Goobbels jî ji bo ku em tifaqên xwe yên li herêmê biterikînin û li dijî berjewendiyên me tevbigere, nikaribû tiştekî baştir bike. Ma gelo em dikarin Kurdan ji bîr bikin ên ku ji bo têkçûna Dewleta Îslamî alîkarî dane me? Ma Erdogan dikare bibêje ku Fransa tevî terorîstan tevdigere?”

Franceschî ev tişt jî got, “Pênc sal in ez piştgiriyê didim têkoşîna Kurdan û ez baş dizanim ku terorîst li kîjan alî ne. Ez baş dizanim ku Efrîn beriya van êrîşan çawa bû. Efrîn li derveyî şer bû. Kes nikare tiştekî din ji min re bibêje. Heke Kurdên li Sûriyeyê terorîst bin wê çaxê berxwedêrên Fransayê yên ku li dijî Gestapo têkoşiyan jî, terorîst in!”