Kurd li Rûsyayê di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan ya li Adîgeyê hatibû destpêkirin didome.

Grevên birçîbûnê ya li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd û Organîzasyona Jinan a Kurd, yên ku ji bo tecrîd bidawî bibe, didome.

Gelek kes serdana greva birçîbûnê ya li Navenda Çanda Kurd dikin.

Greva birçîbûnê ya li Adigeyê bi 15 kesan didome. Serokê Komeleya Çanda Kurd a li Adigeyê Tahîr Ahmed got, ''Bi tecrîda li ser Rêbertiya me dixwazin vîna Kurdan bişkînin û ji ser dika dîrokê bidin jibîrkirin.''

Ahmed got Kurd tim alîgirê aştî û dosyaniyê ne 3u domand, ''Lê serê xwe li ber ti zilmê netewandine.''

Li ser navê çalakgerê greva birçîbûnê jî, Ahmed diyar kir ew grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê slav dikin û domand, ''Têkoşîna wan wêrekî û moralê dide me. Bi vê hêzê em ê Rêbertiya me azad bikin.''

Derdorên cuda yên ku serdana greva birçîbûnê kirin axivîn û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.