Kurd bi wekîlên Awûstralyayî re rûniştin

Kurd bi wekîlên Partiyên Kesk û Lîberal ên Awûstralyayê re rûniştin û daxwaza piştgiriyê kirin.

Heyetek ji Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên Vîctorîa û Sydneyê roja Duşemê serdana Parlamentera Partiya Keskan Samantha Ratman û Parlamenterê Partiya Lîberal Jûlîan Leese kir.

Di hevdîtinê de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirina mafên mirovan li Tiriyeyê, êrîş û gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin nirxandin.

Heyeta Kurd diyar kir, grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û ji rayedarên Awûstralyayî xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.

Heyetê her wiha ji wekîlan xwestin ku destekê bidin kampanya wan a îmzeyan ku ji bo daxwazên kurdan bikeve rojeva meclîsê dabne destpêkirin.

Heyetê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê û hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re û xwestin, ev mijar bikeve rojeva meclîsê.

Li gorî agahiyên ji heyetê hatin girtin, Parlamenterê Partiya Lîberal Jûlîan Leese ji wan re gotiye ku ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê ji Wezîra Karên Derve Marîse Payne daxwaza hevdîtinê bike.

Parlamentera Partiya Keskan Ratman jî diyar kir ku wê 8'ê Sibatê li ser rewşa guven pêşnûme pirsekê pêşkêşî parlamentê bike.