Kubayê piştî 43 salan yekemcar serokwezîrek diyar kir
Li Kubayê Wezîrê Tûrîzmê Manûel Marrero Şemiyê weke Serokwezîr hate destnîşankirin.
Li Kubayê Wezîrê Tûrîzmê Manûel Marrero Şemiyê weke Serokwezîr hate destnîşankirin.
Wezîfeya Serokwezaretiyê di sala 1976'an de ji holê hatibû rakirin. Meclîsa Neteweyî ya Kubayê di 21'ê Kanûnê de li hev kom bû û Manûel Marrero ji bo vê wezîfeyê tayîn kir.
Marrero yê 56 salî ji sala 2004'an ve Wezîrê Tûrîzmê bû.
Serokkomar Mîgûel Dîaz-Canel ku pêşniyara serokwezîr kir got, "Ev pêşniyar ji aliyê buroya siyasî ya Partiya Komunîst ve li gorî hate pêwîstkirin hate pejirandin."
Parlament ku salê du caran rûniştinan pêk tîne, di dengdana Nîsanê de ji bo pêkanîna hin guhertinên revîzyona Destûra Bingehîn Înî û Şemiyê li hev kom bûbû. Di nava van guhertinan de ji nû ve pêkanîna wezîfeya serokwezaretiyê jî hebû.
Li gorî revîzyona destûra bingehîn Serokkomar wê rêveberên rêveberiya navendî û karmendên wê diyar bike yan jî biguherîne. Serok her wiha wê karibe karên waliyan jî kontrol bike.
Marrero endamê Partiya Komunîst jî be berevajî gelek rêveberên Kubayî ne endamê komîteya navendî ye ne jî di buroya siyasî ya saziya payebilind de ye.