Kuba û Îran têkiliyên xwe xurt dikin
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi wesîleya serdana fermî çûbû Emerîkaya Latîn û Kubayê. Kuba û Îranê diyar kirin ji bo li dijî polîtîkaya êrîşkar a DYE, wê têkiliyên xwe xurttir bikin.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi wesîleya serdana fermî çûbû Emerîkaya Latîn û Kubayê. Kuba û Îranê diyar kirin ji bo li dijî polîtîkaya êrîşkar a DYE, wê têkiliyên xwe xurttir bikin.
Serokê Dewletê yê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ezimand û gotin anî ser DYE û diyar kir wê tifaqa bi Îranê re ew ê li hemberî ‘polîtîkaya êrîşkar a împaratoriyê’ bin.
Dîaz-Canel got divê Îran û Kuba li hemberî zext, zordarî û gefên emperyalîzma Yankee bi berxwedaneke qehremanî li ber xwe bidin.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî diyar kir gelek xalên hevbeş di navbera wan û Kubayê de heye û got “Divê her du welat jî serxwebûna xwe biparêzin.”
DYE ambargo daniye ser Îran û Kubayê û Wezareta Karê Derve ya DYE her du welat xistiye welatên ku piştgiriyê didin terorê.
Reîsî piştre çû serdana Venezûelayê.
Ev her sê welat di bin ambargoya Washîngtonê de ne û mutefîkên Moskovayê ne.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Venezuelayê di sektorên wekî perwerdehî, tendirustî û kanê de 25 peyman îmze kir.