Krîza Yemenê: Serhildêrên Hûsî û hikûmet li keştiyê civiyan

Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Yemenê û Hûsî di keştiyekê de anîn cem hev.

Li Hudeydê bi seroktiya berpirsê çavdar ê NY'yê general Patrîck Cammaert nûnerên hikûmetê û Hûsî hatin cem hev.

Her du alî li keştiyeke NY'yê ya li peravên Hudeydeyê hatin cem hev. Hate gotin, ji ber sedema ku Hûsî nexwestine ku li qadên bi kontrola hikûmetê civînê bikin, civîn li keştiyê çêbûye.

Ev bû cara sêyan ku bi komîteya NY'yê li hev têne civandin. Di civînê de xalên agirbestê yên peymana Hudeydê têne gotûbêjkirin. Peymana li ser Hudeydeyê bi helkefta NY'yê, Kanûnê dema muzakereyên Swîsreyê hatibû danîn.

NY'yê daxuyaniyeke nivîskî da, got, li ser hêzên ku wê li Hudeydeyê werin danîn, wê gotûbêjan bikin.

Hikûmeta Yemenê ya bi desteka Siûdî û Hûsî yên bi desteka Îranê hev tawanbar dikin ku agirbest binpê kirine. Bicihkirina hêzan û pevguherandina girtiyan a bi çarçoweya vê peymanê jî, piştî van hevsûcdariyan hate taloqkirin.