Krîza Lîbyayê: Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê serdana Haftar kir

Piştî ku dewleta Tirk bi hikumeta Îslamî ya navendî ya li Trablûsê re peymana deryayê amade kir, Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîas jî serdana Bîngazî kir ku keleha Helîfe Haftare ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike.

Rêveberiya Atînayê beriya niha peymana navbera rejîma Enqereyê û hikumeta Yekîtiya Lîbyayê ku navenda wê Trablûse şermezar kiribû. Rêveberiya Atînayê di demekê de ku alozî zêde bûye Wezîrê Karên Derve Dendîas şand Bîngazî ku keleha Haftare.

Dendîas bi du rayedarên hikumeta rojhilatê Lîbyayê re hevdîtin kir. Hate ragihandin ku hevdîtin bi Serokwezîrê herêma di kontrola Haftar de ye Abdullah El Thînî û Wezîrê Karên Derve yê heman herêmê Abdulhadî El Hûeycî re hatiye kirin. Piştî hevdîtina li balafirgeha Bîngaziyê Dendîas bi balafirê vegeriya.

El Hûeycî ragihand ku di hevdîtinê de peymana bi nîqaş a navbera Enqere û Trablûsê ya der barê destnîşankirina sînorê deryayê hatibû amadekirin hatiye nirandin.

Hikumeta li rojhilatê Lîbyayê meşrûiyeta hikumeta ji navenda Trablûsê qebûl nake. Lewma yekîneyên Haftar ji bo kontrolkirina Tablûsê operasyonê dikin.