Krîza Lîbyayê kûr dibe, Yekîtiya Ereban wê bicive

Ji ber ku wê Tirkiye leşkeran bişîne ji Lîbyayê re, gelek welatan nerazîbûn nîşan dan. Ji ber daxwaza Misirê Yekîtiya Ereban jî kom dibe.

Yekîtiya Ereban daxuyanî da û diyar kir piştî ku Tirkiyeyê biryar daye wê leşkeran bişîne Lîbyayê, Misirê ji bo civînê bang kiriye. Hate diyarkirin ku wê vê Sêşemê civîn pêk were.

Piştî ku di sala 2011’an de Mûammer Kaddafî ji aliyê NATO’yê hatibû hilweşandin, li welat kaoseke mezin çêbûbû. Li Rojavayê Lîbyayê li Trablûsê komên Îslamî yên Biraderên Misilman li ser kar in û li rojhilatê wê jî general Halîfe Haftar li ser hikum e. Dewleta Tirk û Katarê piştgiriyê didin hikumeta Trablûsê. Misir, Yekîtiya Ereban, Fransa û Rûsya jî piştgiriyê didin rêveberiya general Halîfe Haffar a li Tobrûkê.

Hêzên Halîfe Haftar hewl dide Trablûsê bi dest bixin. Tirkiye jî ambargoya şandina çekan a ku biryara NATO’yê te bin pê dike û çekan dişîne wir.

Tirkiyeyê di dawiya meha Mijdarê de bi hikumeta Îslamîst a li Trablûsê peymanek çêkir. Armanca peymanê ev e ku hevkariya leşkerî zêde bikin û sînorên behrê diyar bikin.

NÛNERÊ LÎBYAYÊ YÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Nûnerê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî Hasan Salame jî nerazîbûn nîşanî peymana di navbera Enqere û Trablûsê da.

Salame ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivî û diyar kir ku peymana Behrê rê li ber kûrkirina aloziya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê vekiriye. Kibris û Misir jî nerazîbûneke tund nîşanî vê peymanê dide.

Tê diyarkirin ku hêzên Tirk bi sedan çeteyê DAÎŞ û El Nusrayê yên li Sûriyeyê şandiye Lîbyayê.

DEWLETA TIRK HERÎ KÊM 500 ÇETE ŞAND

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiyeyê herî kêm 500 ‘Şervanên Sûriyeyê’ şandiye Lîbyayê. Mala Çavdêriyê diyar kir ku Tirkiyeyê kampek jî ava kiriye û li vê kampê nêzî 1000 kes hene. Tê diyarkirin ku Tirkiyeyê li Efrînê ya ku dagir kiriye, ji bo çûna Lîbyayê mirovan qeyd dike û li gorî peymanên sê meh û şeş mehan de 2000-2500 dolaran dide.

Hefteya borî hêzên Haffar diyar kiribû ku li nêzî Sîrteyê 11 çeteyên ji Sûriyeyê kuştine.