Krîza Lîbyayê: Aliyên ku li Parîsê civiyan, ji bo hilbijartinê lihevkirin

Serokên du aliyên Lîbyayê li paytexta Fransa Parîsê civiyan. Aliyan têkildarî hilbijartinê li hev kirin.

Hevdîtîn bi hewldana Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron pêk hat. Aliyan li ser hilbijartina ku wê di Bihara 2018'an de pêk were, li hev kirin.

Daxuyaniya bi îmze ya yekemîn di navbera Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Fayez el Sarraj ku ji aliyê NY ve tê naskirin û general Halîfa Haftar ku li rojhilatê Lîbyayê hakîm e, hate dayîn.

Nûnerê taybet yê Serokkomarê Fransa û Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Ghasan Salame jî tevlî hevdîtinê bû. Deklarasyona ku herdu aliyan jî îmze kirine ji 10 xalan pêk tê.

Herdu aliyan diyar kirin ku krîza heyî tenê bi rêya siyasî tê çareserkirin û ji bo vê jî bi tevlîbûna hemû Lîbyayê divê lihevkirina neteweyî pêk were.

Macron cesareta herdu aliyan silav kir û got yan na dibe ku şerê navxweyî pêk were.

Lîbya piştî hilweşandina desthilatdariya Mûhamed Kaddafî ya 2011'an ve, heta niha di nav kaosê de ye.

Li aliyê din welat bûye cihê rêxistinkirina bazarkirin û firotina mirovan.

Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya ku NY piştgiriyê dide li Trablûsê ye, parlamentoya din jî li Tobrûkê hatiye avakirin.