Krîza li Ermenîstanê li ber çareseriyê ye

Ji bo qedandina xwepêşandanên protestoyî yên li Ermenîstanê ku çend hefte ne dewam dikin, lîderê mûxalefetê bang kir.

Piştî ku Serokkomarê berê Serj Sarkîsyan weke Serokwezîr hate hilbijartin, bi pêşengiya lîderê mûxalefetê Nîkol Paşîniyan xwepêşandanên protestoyî dest pê kiribûn. Doh jî li paytext Erîvanê hemû rê hatibûn girtin.

Ji ber dengên Partiya Komarger a bi lîderiya Sarkîsyan, namzetiya Paşîniyan a ji bo Serokwezaretiyê nehatibû qebûlkirin. Hate ragihandin ku piştî danûstandinên dawî, Partiya Komarger biryar daye ku destekê bide Paşîniyan. Paşîniyan diyar kir ku ji bo hilbijartina serokwezaretiyê ya tûra duyemîn ew namzet e. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê hefteya bê li parlamentê bê kirin.

Li parlamenta Ermenîstanê ku 105 kursiyên xwe hene, Partiya Komarger xwedî 58 kursiyan e. Partiya Komarger hê bi rengekî fermî eşkere nekiriye ku destekê dide Paşîniyan. Lê belê partî wê namzetê xwe dernexîne.

Paşîniyan jî ji alîgirên xwe xwest ku heta dengdana serokwezaretiyê ya li parlamentê navberê bidin çalakiyên xwe yên protestoyî. Lîderê mûxalefetê îdîa kir ku ew li bendê ye roja dengdanê wê 500 hezar kes destekê bidin wî.

Wekî din Serokê Partiya Komarger Vagram Bagdasaryan îlan kir ku wê di dengdana 8'ê Gulanê de namzet nîşan nedin. Bagdasaryan diyar kir ew ê destekê bidin Serokwezîrekî ku yek ji sê parên parlamentê wî namzet nîşan dide.

Li Parlamenta Ermenîstanê ji bo yek bibe Serokwezîr divê herî kêm 53 dengan bigire.