Krîza Iraqê: DYE 750 leşkerî dişîne Rojhilata Navîn

Pentagonê êrîşa li ser sefafreta Emerîkayê ya li Iraqê hêncet nîşan da û got, 'bi bayê bezê' ew ê 750 leşkerî bişînin herêmê.

Înê gelek rokêt li baregeheke leşkerî ya Emerîkayê ya li Iraqê ketibûn, yekî Emerîkî hatibû kuştin li ser vê, 29'ê Kanûnê Emerîkayê bersiv da, ji Tûgayên Hîzbûllahê yên alîgriê Îranê 25 kes kuştibûn. Piştî vê jî alîgirên Heşdî Şebî 31'ê Kanûnê li Iraqê sefareta DYE'yê şewitandibûn. DYE'yê ji vê şewatê Îran berpirs dît.

Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Mark Esper ragihand, ew ê demildest 750 leşkerî bişînin Rojhilata Navîn. Esper got''Derdora 750 leşkerî ew ê bi bayê bezê bişînin herêmê''.

Esper, ''Ev bicihkirin çalakiyeke bi armanca tevdîrê ye û bersiveke li dijî personel û tesîsên Emerîkayê yên ku li  Bexdayê em bûne şahidên wê.''

Rayedarekî Emerîkî ku ji AFP'ê re axivî diyar kir di demeke diyar de dibe ku 4 hezar leşker bişînin herêmê.

TRÛMP: GEFÊ LI ÎRANÊ DIXWIM


Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî li Qesra Spî bersiv da nûçegihanan, li ser pirsa DYE û Îran wê şer bikin an na got, ''Min ne bawer e''. Trûmp her wiha 31'ê Kanûnê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ''Îran ji kuştina mirovan an jî ji ziyana ser tesîsên me bi temamî wê berpirs were dîtin. Wê berdêla vê bi giranî bidin. Ne ku dengê xwe li wan dikim, gefê li wan dixwim.''

HAMANEY: EM Ê BERSIVÊ BIDIN

Lîderê dînî yê Îranê Elî Hamaney jî got, ''Heke hin kes talokeyê bînin ser berjewendiya neteweya me bê dudilyekê em ê bersivê bidin.''