Krîza DYE û Îranê: NATO civîneke awarte li dar dixe

Gefên DYE û Îranê yên li hemberî hev zêde dibe. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bangî balyozên Tifaqa Atlantîkê kir ku bila civîneke awarte li dar bixin.

Civîn wê vê Duşemê were kirin. Berdevkê NATO’yê daxuyanî da û got ku “Sekreterê Giştî piştî nîqaşên bi endamên tifaqê re, biryar da ku bi balyozên NATO’yê re bicive.”

Balyozên 29 welatên endamên NATO’yê her hefte li Brukselê dicivin û nîqaşan dikin. Rojeva vê civînê jî krîza di navbera DYE û Îranê ye.

Piştî ku generalê Îranê Kasim Suleymanî ji aliyê DYE’yê ve li Bexdayê hate kuştin, NATO roja Înê xebatên xwe yên li Iraqê dabû sekinandin.

Îran sondên ‘tolhildanê’ dixwe û diyar dike ku di dem û cihekî guncav de wê li DYE’yê bide. Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî gefan dixwe ku wê li 52 tesîsên çandî yên Îranê bide. Lêdana tesîsên çandî dikeve kategoriya sûcê şer.