Krîza Îdlib: Gelo wê 25’ê Nîsanê krîz çareser bibe

Li Îdlibê ya ku di hevdîtinên Astanayê de weke ‘Herêma bê şer’ hatiye binavkirin ji nû ve şer rû da. Di bomberdûmanên rejîmê de 10 sivîl mirin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, di encama êrîşên hêzên rejîmê yên li ser gundik û kampeke ya li parêzgeha Îdilbê ku kuçber lê bûn de, 3 jê zarok 10 kes mirin û bi kêmanî jî 30 cihên kar hilweşiyan.

Ev herêm di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam a berê ji aliyê El Nûsrayê ve hatiye avakirin de ye. Di Îlona 2018’an de di encama lihevkirina Rûsiya û Tirkiyeyê de li muzakereyên agirbestiyê hatibû kirin.

Tevî vê jî di navbera hêzên rejîm û komên çeteyan de şer ranaweste. Di meha Sibat û Adarê de şer dijwar bû û li gorî NY’yê 86 hezar û 500 kes ji neçarî koç bûne.

Siberoja Îdlibê wê 25-26’ê Nîsanê li Astana ya paytexta Kazakistanê ye li bendê ye piştî tûrên muzakereyan ên nû bênkirin derkeve pêş.

Hata niha muzakereyên serneketin Moskova, Tehran û Enqere pêşengtî dikin.