Koreya Bakur vê carê jî motora fuzeyê ceriband

Koreya Bakur, piştî ceribandina fuzeyan ku li qada navneteweyî bû sedema nerazîbûnan, da xuyakirin ku motoreke nû ya fuzeyan ceribandiye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî KCNA, lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn diyar kir, motoreke nû ya fuzeyan hatiye ceribandin.

Di nûçeyê de, Kîm Jong-ûn der barê ceribandina motora fuzeyê de gotiye, "Di endustriya fuzeyê de gaveke nû ya afirîneriyê hatiye avêtin."

Her wiha hat ragihandin, motora fuzeya hatiye ceribandin ji bo bibe xwedî satalaytên bi performanseke bilind, girîng e.

Ceribandina motora fuzeyê ya Koreya Bakur, piştî hişyariyên Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson ku li Koreya Başûr da, hat kirin. Tîllerson der barê Koreya Bakur de ku fuzeyan diceribîne, hişyarî da bû û gotibû, rêbaza leşkerî jî di nava alternatîfan de heye.