Koreya Bakur vê carê fuzeya menzîl dirêj diceribîne

Piştî ceribandina fuzeyên menzîl kurt ku bi rojan e ji aliyê Koreya Bakur ve tê kirin, hate ragihandin ku wê êdî fuzeyên bi menzîla dirêj bên ceribandin.

Par piştî destpêkirina diyaloga bi DYE'yê re, Koreya Bakur ji bo demekê ceribandina fuzeyan rawestandibû. Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur KCNA ragihand, piştî ceribandina fuzeyên bi menzîla kurt, îro ferman hatiye dayin ku fuzeyên bi menzîla dirêj bên ceribandin.

Di nûçeyê de hate gotin, lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un doh di dema 'tetbîqata leşkerî' de ferman daye ku fuzeyên menzîl dirêj bên ceribandin.

Artêşa Koreya Başûr doh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, Koreya Bakur du fuzeyên menzîl kurt ên ji 270 heta 420 kîlometreyî ceribandine.

Balkêş e, piştî ku Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Koreya Bakur Stephen Biegun gihîşt paytexta Koreya Başûr Seulê, Koreya Bakur fuzeyên menzîl kurt ceriband.