Koreya Bakur û DYE dîsa wê li hev rûnin

Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur KCNA'yê ragihand Koreya Bakur û DYE dîsa wê li hev rûnin.

Li gorî KCNA'yê du welatan li hev kir ku 5'ê Cotmehê nîqaşeke xebata hevpar were organîzekirin. Ev agahî spartine ser Alîkarê Serokê Karê Derve yê Koreya Bakur Chose Son Huî.

Chose Son Huî her wiha got biryar li ser hate standin ku du welat 4'ê Cotmehê pêşhevdîtinekê bikin.

Koreya Bakur û DYE bi seroktiya serokê DYE'yê Donald Tr3ump pêvajoyeke nû ya diyalogê dane destpêkirin. Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un Hezîrana 2018'an li Sîngapûrê hevdîtineke dîrokî kirin.

Cara duyan Çile li Honaî rûniştin lê ti encam jê derneket. Piştî civîna dawî du welat nema li hev rûniştin. Lê Trûmp û Kîm Jong-un Hezîranê li qadeke ji leşkeran hatî avakirin, ku Başur û Bakurê Koreyê ji hev vediqetand dîsa hatin cem hev.

Di hevdîtinan de ya di navbeyna du welatan de biryar hate standin ku li ser bernameya nukleerê ya Koreya Bakur nîqaş werin kirin.