Koreya Bakur û DYA dîsa dest bi hevdîtinên muzakereyan dikin

Hate ragihandin ku di wê di navbera Koreya Bakur û DYA’yê de ku piştî civîna meha Hezîranê pêk hatî qut bibûn, ji nû ve civîn bê lidarxistin.

Di daxuyaniya ji hêla Qesra Spî ve hatî kirin de hate ragihandin ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un pêşniyariyeke nû ya civinê li serokê DYA’yê Donald Trûmp kiriye.

Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders da zanîn ku Kim Jong-un ev daxwaza xwe bi nameyekê ragihandiye û ew jî erênî vê daxwazê digirin dest. Sandersê ragihand ku ji bo lidarxistina civîneke nû dest bi xebatên koordîneyî kirine.

Sanders anî ziman ku di polîtîkaya Koreya Bakur a fuzeyên nukleerî û yên navbera parzemînan de tên bikaranîn de pêşketin pêk hatine.

Helwesta hişk a Donald Trûmp a li hemberî ceribandinên Koreya Bakur ên di salên dawî de, hin rikberiyên Kim Jong-un çêbibûn. Destpêka salê bi awayekî surprîz navengeke hevdîtin û diyalogê pêk hatibû her du serok 12’ê Hezîranê li Sîngapûrê hev dîtibûn.

Lê belê rêveberiya DYA’yê bi mijara sekinandina çekên nukleerî de rêveberiya Pyongyang rexne kiribû û wezîra karê derve Mike Pompeo hevdîtina ku wê ber bi dawiya meha Tebaxê pêk bihata, betal kiribû.