Koreya Bakur ji danûstandinên ji bo terikandina nukleerê amade ye

Hate ragihandin ku Koreya Bakur ji bo terikandina nukleerê amade ye bi DYA re nîqaşê bike.

Çav li rê ye ku heta dawiya meha Gulanê di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un de civîneke bilind bê kirin.

Beriya niha bi demeke kin, di navbera hikumetên her du welatan de hevdîtinên veşartî û yekser pêk hatin. Li gorî rayedarekî payebilind ê Amerîkî, Koreya Bakur amade ye ku li ser terikandina nukleerî hevdîtinê bike.

Rayedarekî din ê rêveberiya Trump anî ziman ku ji DYA re hatiye piştrastkirin ku Koreya Bakur amade ye ji bo mijara terikandina nukleerê nîqaş bike.

Lê belê rewşe xumamî ya gotina terikandina nukleerê ya giravê hê dewam dike. Rêveberiya Washingtonê gotina 'terikandina nukleerê' weke 'terikandina bernameya nukleerî ya leşkerî ya Koreya Bakur' fêhm dike.

Wekî din, rêveberiya Çînê firotina materyalên ku dikarin çekên îmhakirina girseyî hilberîne li Koreya Bakur qedexe kirin.

Hate ragihandin, li gorî biryara pêkanînan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 11'ê Îlona 2017'an, 32 berhem hatine qedexekirin.