Konseya Ewropayê: Têkoşîna dijî gendeliyê kêm bûye

Organa têkoşîna dijî gendeliyê ya Konseya Ewropayê Grecoyê diyar kir ku têkoşîna dijî gendeliyê kêm bûye û bi taybetî Romanya, Polonya û Yewnanîstan nîşan da.

Koma Dewletên Dijî Gendeliyê (Greco) rapora xwe ya salê weşand û got ,’’2017 ji bo têkoşîna dijî gendeliyê bû saleke tarî’’.

Alîkarê Serokê Grecoyê û Serokê Dadgeha Bilind a Xirvatîstanê Marîn Mrcela rapora salê weşand. Mrcela destnîşan kir ku bi taybetî li Yewnanîstan, Romanya û Polonyayê têkoşîna dijî gendliyê kêm bûye. Di meha Adarê de li Yewnanîstanê têkoşîna dijî gendeliyê ‘gavekê jî nedaye ber xwe.’’

Reformên pergala darazê ya li Romanya û Polonyayê rê li ber fikaran vekir û hate gotin dibe ku bandoreke ne baş li ser serxwebûna darazê bike.

Greco, bal kişande ser îdîayaên gendliyê ku Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê kirine hedefa. Komîsyona serbixwe ya lêkolînê hin endamên meclîsê tawanbar dike ku di ber pere û hin avantajên din de ji bo Azerbaycanê dixebitin. Sekterê Giştî yê Konseya Ewropayê Throbjorn Jagland got, ‘’Ev pratîkên gendeliyê li ser saziyên me û demokrasiya gefeke mezin dixwin.’’

Mrcela got, ‘’Heke mirov li îdîayên gendeliyê yên gelek welat û saziyan yên sala 2017’an binere mirov dikare bibêje ku têkoşîna dijî gendeliyê gavekê jî nedaya ber xwe’’.