Kongreya DYE'yê xwest pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin

Meclîsa Nûneran û Komîsyonên Xizmetên Çekan ên Senatoya DYE'yê xwestin, ji ber peymana S-400 a bi Rûsyayê re pêkanîn li dewleta Tirk bên ferzkirin.

Her du komîsyonan piştî bazariya bi mehan li ser budçeya sala 2020'an a ji 738 milyar dolarî ya Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagonê) li hev kirin.

Qanûna Erka Parastina Neteweyî (NDAA) ku li ser li hev hate kirin tê payin ku heta dawiya salê pêşkêşî Serokê DYE'yê Donald Trûmp bê kirin.

Her du komîsyonan ragihandin ku dewleta Tirk bi kirîna sîstema parastinê ya Rûs S-400'î gef li balafirên şer ên F-35'an xwariye û bang li Trûmp kirin ku pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike. Komîsyonên Xizmetên Çekdarî yên Senatoyê û Meclîsa Nûneran xwestin, ku transfera balafirên şer ên F-35 li Tirkiyeyê bên qedexekirin.

Her wiha bi madeyeke taybet a li budçeyê hate bicihkirin, ji ber projeyên Herka Bakur 2 û Herka Tirk ên rejîma Enqereyê tê xwestin ku pêkanîn li rejîma Enqereyê bê ferzkirin.