Kommersant: Herî kêm 7 balafirên Rûs li Sûriyeyê hatin rûxandin

Li gorî nûçeyeke rojnameya Kommersant a Rûsyayê, şeva 31'ê Kanûnê 7 balafirên şer ên li baregeheke li Sûriyeyê hatine rûxandin.

Di nûçeyê de ku Kommersant agahiyan dispêre du çavkaniyên cuda, şeva 31'ê Kanûnê li dijî balafirên Rûs ên li Baregeha Hîmeymîmê êrîşek hate kirin. Rojnameyê ragihand, di vê êrîşê de 3 balafirên bomberdûmanê yên Su-24, 2 balafirên şer ên Su35S û balafireke veguhastinê ya bi tîpa An-72 hatine rûxandin.

Li gorî îdîaya rojnameyê di êrîşê de depoyeke ji cebilxaneyan jî hatiye rûxandin.

Rojname nûçeya xwe dispêre du çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk û diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser vê îdîayê şîrove nekiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku 31'ê Kanûnê helîkoptereke bi tîpa Mî-24 li Sûriyeyê ji ber 'pirsgirêkên teknîkî' ketiye û 2 pîlotên Rûs jiyana xwe ji dest dane.

Tevî ku Rûsyayê biryar daye beşeke girîng a leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne jî tê zanîn ku piraniya leşkerên Rûs ên li vî welatî li baregeha Hîmeymîm a li Lazkiye û baregeha deryayî ya li Tartûsê ne.

Bi saya Rûsyayê ku ji Îlona 2015'an û vir ve leşkerên xwe li Sûriyeyê bi cih kiriye, rjeîma Esad beşeke mezin a axa di destê DAÎŞ'ê û komên din ên çete de vegerandibû.