Komkujiya Parîsê li Adigeyê hate şermezarkirin
Kurdên li Adigeyê, sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
Kurdên li Adigeyê, sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
Çalakiya bîranînê li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat û hate gotin, tevî ku kiryar diyar in tiştek nehatiye kirin.
Di çalakiyê de hate xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û grevên birçîbûnê hatin silavkirin.