Komîsyona hilbijartinê ya Iraqê dema nû ya hilbijartinê pêşkêşî Kazimî kir

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê bi fermî daxwaz ji Serok Wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye ku hilbijartinên pêşwext di 16’ê Cotmeha 2021’an de pêk were.

Beriya niha bi 3 rojan di civîna her sê serokatiyên Iraqê û komîsyona hilbijartinên Iraqê de biryar hatibû girtin ku hilbijartinên pêşwext bê taloqkirin. Her wiha ji bo hilbijartina pêşwext dem nehatibû diyarkirin.

Îro li ser daxwaza fermî ya Komîsyona Bılind a Hilbijartinên Iraqê ji Serok Wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye xwestin ku hilbijartinên pêşwext bixe roja 16’ê Cotmeha 2021’an.