Koalîsyona Navneteweyî wê 6’ê Sibatê li DYE’yê bicive

Rêveberiya DYE’yê plan dike ku 6’ê Sibatê wezîrên karê derve yê welatên endamê Kolîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê kom bike.

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê ya bi pêşengiya DYE’ ji 79 endaman pêk tê. Ji van 75 yê welatan û 4 jî ji rêxistinên piralî pêk tê.

Di daxuyaniya roja Sêşemê ya ji aliyê Wezareta Karê Derve ya DYE’yê de hate gotin; “Washîngton dixwaze têkildarî têkçûna DAÎŞ’ê ya li xakên lê desthilatdar û qonaxa biryardayinê bi kûrahî nîqaş bike.”

Wiha jî hate gotin; “Wezîrên welatên endam dibin serokatiya Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo de ‘bi armanca ku carek din DAÎŞ li herêma bi ewle û îstîkrar a Iraq û Sûriyeyê asteng bike, pêvajoya piştî wê bigirin dest’.”

WÊ HERÊMA BI TAMPON WERE NÎQAŞKIRIN

Tê payîn ku di civînê de herêma bi tampon a li sînorê Rojava were rojevê. Trûmp 13’ê Çileyê bal kişand ser dagirkeriya mihtemal a dewleta Tirk û banga avakirina ‘Herêma biewle’ ya berfirehiya 30 kîlometreyî kiribû. Tirkiye jî xwedî li vê daxuyaniyê derket û daxwaza herêmeke bi tampon ya di bin kontrola xwe de kiribû. Lê Kurd hemû hewldanên dibin kontrola rejîma Tirk de red dikin.

FRANSA: DIVÊ JI BO KURDAN RÊZ WERE GIRTIN

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan di daxuyaniya 23’ê Çileyê de têkildarî mijara herêma bi tampo got pirsyar hene û wê di civîna 6’ê Sibatê de nîqaş bikin. Wezîrê Karê Derve yê Fransê Jean-Yves le Drîan got; “Divê îro û sibê jî ji bo Kurdan rêz were girtin.”