Koalîsyona Navneteweyî operasyonên xwe yên li Iraqê bi sînor kir

Piştî ku DYE generalekî Îranê kuşt, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bi hinceta ewlekariyê operasyonên xwe yên li Iraqê bi sînor kir.

Rayedarekî Emerîkî ji AFP’ê re axivî  û diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî operasyonên xwe yên li Iraqê sînor kiriye û li baregehên xwe ewlehiya xwe zêde kiriye.

DYE Pêncşemî êvarî generalê Îranê Kasim Suleymanî û fermandarên Haşdî Şabî kuştibû. Piştî vê sûîkastê hêza li dijî Emerîka ya li Iraqê zêdetir bû.

Tê payin ku Parlementoya Iraqê roja Yekşemê kom bibe û hebûna DYE ya li Iraqê nîqaş bike. Li Iraqê 5200 leşkerên Emerîkayê hene. Rêveberiya Washîngtonê bi sedan leşker şand û tê diyar kir ku wê 3500 leşkerên din li herêmê bi cih bikin.