Koalîsyona Ereb li Sanayê li Hûsiyên Şîa dan

Koalîsyona Ereb a di pêşengtiya Erebîstana Siûdî de ye ragihand ku weke bersiva êrîşa fuzeyên milîsên Hûsî yên Yemenî li paytext Sanayê gelek nuqte bombe kirine.

Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Ereb a di ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPA de hate parvekirin, di operasyonê de fuzeyên balîstîk jî di nav de ‘tinekirina hedefên leşkerî yên rewa’ hate hedefkirin.

Televîzyona El Mesîra a girêdayî Hûsiyan jî ragihand li paytext Sana navendên leşkerî û hinek dibistanên leşkerî jî di nav de li dijî hinek hedefan bi kêmanî 19 êrîş hatin kirin.

Bomberdûmana Koalîsyona Ereb di demekê de ku milîsên Hûsî roja Şemiyê li dijî bajarê Cîzan a dikeve başûrê rojhilatê Diyadê bi fuzeyên balîstîk bombe kirin, pêk hat.

Di vê êrîşê de li Riyadê du sivîl birîndar bûbûn.