Koalîsyona Ereb li Hudeydê operasyon da destpêkirin

Li Yemenê Koalîsyona Ereb bi ser bajarê Hudeydê de ku di kontrola milîsên Husî de ye, operasyon dane destpêkirin.

Hêzên bi ser Serokkomar Abd Rabbû Mansûr Hadî de, bi desteka Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî 13’ê Hezîranê li Hudeydê operasyon dane destpêkirin. Ev der yek ji bendergeha serke ya Yemenê ye.

Balafirên şer ên Koalîsyonê û keştiyê şer mewziyên Husiyan bombe kirin.

Yek ji hêza herî mezin a Koalîsyonê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî bi çarçoweya hevdîtinên bin banê NY’yê de Sêşemê bang li milîsên Husî yên bi desteka Îranê kiribû ku heta Sêşemê bendergeha Hudeydê berdin.

Koalîsyona Ereb ji 2015’an ve ku têkilî şer bûbû cara pêşî ye ku hewl dide bajarekî mezin ê mîna Hudeydê bi dest bixe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Hudeydê 600 hezar kes dijîn. NY bi wê endîşeyê ye ku şer bibe sedema rewşeke giran ji bo mirovên ku li wir dijîn.

Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî bi çarçoweya stratejiya ku Husiyan li sînorên paytext Sanayê asê bike, van rojên dawî li peravav rojavayê başûr ber bi bajêr ve bi pêş ve çû. Koalîsyon bi kontrolkirina Hudeydê ku ji bo alîkariya însanî deriyekî girîng e, dixwaze li ser masê destê Husiyan qels bike.

Hevalbendên rojavayî yene Siûdî, ku çekan difiroşin Siûdî derbarê operasyonê tişten negotin.

Neteweyên Yekbûyî bi wê fikarê ye ku ev operasyon bandorê li alîkariya mirovî ya ji bo Yemenê bikin, ku 70 ji 100’î ya alîkariya mirovî di ser Hudeydê de ji Yemenê re diçû.