Kişanak: Divê Meclîs şev û roj ji bo pêvajoyê bixebite

Kişanak: Divê Meclîs şev û roj ji bo pêvajoyê bixebite

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê ketiye qonaxa duyemîn û ji bo rêveçûna pêvajoyê xwest parlament şev û roj bixebite. Kişanak der heqê hovîtiya destavêtinê ya li Çewlikê de got, "Namûsa qirêj bûye, ne mexdûr mejiyê dewletê bi xwe ye." 

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de mijarên, pêvajoya çareseriyê, hovîtiya destavêtinê ya li Çewlikê û berxwedana Parqa Gezî destpêkir û li gelemperiya welêt dewam dike, nirxand.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku aliyê Kurd bi fedekariyeke mezin pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd bi rêve dibe û divê êdî hukûmet bikeve nava tevgerê. Kişanak got, "Hukûmetê bi xwe diyar kir ku plana çareseriyê ji 3 qonaxan pêk tê. Qonaxa yekemîn, ji aliyê Birêz Ocalan, KCK, gerîla, tevgera siyasî ya Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd, bi giştî aliyê Kurdan ve bi fedekariyeke mezin bicih hat anîn. Qonaxa duyemîn ji guhertinên demokratîkbûyînê pêk tên. Eger hukûmet, dewlet, parlamento di qonaxa duyemîn de barê dikeve ser milê xwe bicih neyne û bibe asteng li pêşiya pêvajoyê, wê gel ji bo rakirina vê astengê têbikoşe."

Kişanak bal kişand ser girîngiya siyaseta demokratîk û destnîşankir, ku bi girtiya bi hezaran siyasetmedar û şaredaran, siyaset nikare were meşandin. Kişana got, "Ji xwe sedema trajedî û êşa li vî welatî rû da, astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bû. Eger ev yek sererast nebe, wê aştî çawa têkûz bibe?. Bê demokrasî, azadî û edaletê aştî nabe. Divê hukûmet êdî di vê mijarê de helwesta xwe biguherîne, ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê gavên dikeve ser milê xwe biavêje. Divê derkeve pêşberî raya giştî û sozan bide."

Kişanak di axaftina xwe de, girîngiya çend mehên pêş anî ziman û da xuyakirin, ku pêwîste hukûmet beriya destpêkirina pêvajoya hilbijartinan di nava van çend mehan de derkeve pêşberî raya giştî û soz û planên xwe yên ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê eşkere bike.

Kişanak got, "Gava hukûmet dixwaze qanûnên bi kêrî wê tên derxîne, parlamentê heta sibehan dixebitîne û qanûnên xwe derdixîne. Çima parlamento ji bo çareseriya pirsgirêka herî girîng a vî welatî, ewçend xurt naxibete? Eger hukûmet dixwaze qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi serketî bimeşîne, divê parlamentê havînê jî bide xebitandin. Pêwîste planek kar ji parlementê re bê derxistin."

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊŞEROJA CIVAKÊ YE

Hevseroka BDP'ê Gultan Kaişanak meşa duh a Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya li dijî pêkanînên mêtîngeriyê silav kir û weha peyivî: "Salên dirêj derfeta rêxistinbûyînê, siyasetê ji ciwanan re nehat dayîn. Ciwan îro bi fedekariyeke mezin hewl dide di siyaseta demokratîk de cih bigirin. Meclîsa Ciwanan a BDP'ê xwe îlan kir. Di vê çarçoveyê de duh çalakiyeke gelekî girîng lidar xistin. Li dijî destavêtin, narkotîk, her şêweyên bişavtinê xwestin mafekî xwe yê demokratîk bikar bînin. Meşeke bi heybet bû. Bi dehhezaran ciwan li kolanan bûn. Ev dînamîzma ciwanan bû. Me duh li Amedê dîtin ku ciwan ji bo pêşeroja civakê dînamîkek çiqas xurt e. Lê belê, li hemberî vê daxwaza herî demokratîk a ciwanan dîsa TOMA û polîs derxistin pêş. Eger behsa pêvajoya çareseriyê dikin, eger bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin, divê ji mûxalefeta demokratîk re derfet werin afirandin. Bi hinceta çend al hene, hewl dan vê çalakiyê asteng bikin. Hûn dixwazin bi kê re li hev bikin bi PKK, bi KCK'ê. Hun dixwazin çi hal bikin, dixwazin pirsgirêka Kurd hal bikin. Hingî ev xweranegirtin çiye? Berdin bila ciwan bimeşin, bi awayekî demokratîk xwe îfade bikin, sembolên xwe hilgirtin. Hûn çima ditirsin? Bi nedîtina rastiya vî welatî, bi nedîtina Kurdan, bi nedîtina baweriya mirovan hûn nikarin pêşerojêkê ava bikin.  Ji sedî 56'e nifûsa Kurdan ciwan e. Em aştiyeke mayinde, çareseriyeke demokratîk, pêşerojeke demokratîk dixwazin. Pêşerojeke ku em dikarin biaxivin û tevlî rêveberiyê bibin, dixwazin. Divê hukûmet eşkere bike, ka ji vê çareseriyê çi fêm dike."

"NAMÛSA QIRÊJ BÛYE, MEJIYÊ DEWLETÊ BI XWE YE"

Kişanak, hovîtina destavêtinê ya li Çewlikê nirxand û got, "li Çewlikê, mirovên di dest de çeka dewletê hebûn 2 salan dest avêtin keça 14 salî. Ev mirov niha serbest in û li ser wezîfeya xwe ne. Eger keçeke 14 salî bi destê malbata xwe girtibe û çûbe dadgehê, behsa hovîtiya bi serê wê de hatiye kiribe, gelo ev ne bes e. Hûn li delîlên çi digerin. Li holê rezaleteke heye û yên li vê rezaletê xwedî derdikeve jî rezîl in. Dewleteke ku nikare zarokan, jinan ji destavêtinê biparêzin, ne dewleteke sosyal e ne dewleteke huqûqê ye. Mirov êdî naxwazin li welatî bi vî rengî bijîn. Ev ne yek ne dudu ye. Me bûyera N.Ç bi hev re şopandin. Çibû di encamê de; hemû bi cezayên beradayî hatin berdan. Bûyera Ş.E heye. Li gel van hemûyan tu çawa karibe behsa namûsê bike. Yên hêza dewletê bikar tînin vê dikin, lê tu wan ceza nake. Vana hemû dozên şermê ne."

Kişanak daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên polîs pîroz dikirin bibîr xist û got, "Yên mirovan dikujin, yên dest diavejin serbest tê berdan. Lê li vî welatî mirovên mafên xwe yên siyasetê bikar tînin, siyasetmedar, jin, şaredar tên girtin. Di vê rewşê de hûnê ji kê re behsa edaletê bikin. Mirovan ji edaletê sar dikin. Ev yek têgihiştina mêtîngeriyê ye. Eger behsa namûseke qirêjbûye bê kirin, ew jî mejiyê vê deshilatdariyê ye. Yên ku li destavêtinê, li vê hovîtiyê rast hatine, pîr û paq e. 

"SERBESTBERDANA KUJERÊ SARISULUK, ÇAVTIRSANDINA CIVAKÊ YE"

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di axaftina xwe de diyar kir, ku ev meheke ji ber dijwariya polîsan a li gelemperiya Tirkiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes birîndar bûne û serbestberdana polîsê kujerê Ethem Sarisuluk bi tundî şermezar kir.

Kişanak got, "Ethem Sarisuluk li Enqerê bi fîşeka polîsan li jiyana xwe ji dest da. Bi dîmenên kamera bûyereke kuştinê ya zelal heye, dîmenê polîs ê kuştiye heye, rapora otopsiyê heye, lê polîsê Ethem kuşt, duh serbest hat berdan. Ev bûyer bi her awayî li ber çavan e, lê di ser de polîsê kujer serbest berdan. Bi vê biryarê re dixwazin civakê bitirsînin. Ji civakê re dibêjin, 'jiyana we li ber deshilatdariya min xwedî ti qedir û qîmetê nîne.' Bi vê yekê re derket holê ku li Tirkiyê dadgerî ne serbixwe ye. Hin hêzên nêzî deshilatdariyê hewl dan vê bûyerê rewa nîşan bidin. Dîmen li holê ye. Li wê derê bi giştî 15 kes xuya dikin û di destê kesekî de çekek nîne. Ev çawa parastina rewa ye? Deshilatdar û çapemeniya nêzî deshiatdariyê û dadgeriya çoyê deshilatdariyê bikar tîne, hewl didin kuştinekê binixumîne. Di vê rewşê de çawa karin behsa demokrasiyê bikin."

"EDEBIYATA MEXDÛRIYETÊ ÊDÎ BI KÊR NAYÊ"

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di dewama axaftina xwe de ragihand, ku Serokwezîr Erdogan di axaftinên xwe yên li ser berxwedana gel a ji bo lêgerîna mafên demokratîk de edebiyata mexdûriyetê dike û dest nîşan kir ku êdî dawî li vê edebiyatê hatiye. Kişanak got, "Ev 12 sal in çi dixwaze wê dike, lê hînê jî bi edebiyata mexdûriyetê dixwaze xwe biparêze. Deshilatdariyek nikare bi vî rengî were parastin. Eger dixwaze xwe biparêze, divê hingî  guh bide daxwazên demokratîk ên gel û xwe li gorî van daxwazan sererast bike. Bila serokwezîr ji qadan, ji kolanan netirse û guh bide dengê kolanan. Van kêmasiyên xwe dikare bi vî rengî çareser bike. Weke BDP me di komîsyona destûra bingehîn de ji bo berfirehkirina azadiyan û gel tevlî rêveberiyê bibe, pêşniyarên me hene. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo vê ye. Divê êdî mirov li herêma xwe karibe tevlî rêveberiyê bibe. Divê erka deshilatdariyê were parvekirin. Naxwe wê belayeke bi vî rengî bê serê me." 

"LI TEVAHIYA TIRKIYÊ JI BO HERKESÎ DEMOKRASÎ"

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak der heqê daxuyaniyên Erdogan ên her tim balê dikşîne ser hilbijartina de diyar kir, ku demokrasî bi tenê ji hilbijartinan pêk nayê. Kişanak got "Divê Meclîsên gel, meclîsen taxan, însiyatîfa gel, dengdana gel werin avakirin. Vana pîvanên jêveneger ên demokrasiyê ne. Me di xebatên destûra bingehîn de ev pêşniyarên xwe kirin. Erdogan hewl dide vê berxwedanê weke hewldanek li dijî pêvajoya çareseriyê nîşan bidin. Ev hewldan vala ye. Yên li kolanan li ber xwe dane, heta niha ji devê ti kesê gotinek dijberê pêvajoyê derneketiye. Ji Kurd re demokrasî ji Tirkan re ço, ji Tirkan re demokrasî ji Kurdan re ço nabe. Demokrasî azadî ji bo herkesî ye. Em dizanin pirsgirêka Kurd, pirsgireka demokrasî, edalet, mafên mirovan û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, eger li demokrasî û edaletê xwedî neyê derketin, li dijî dijwariya polîsan û terora dewletê li dij neyê derketin, wê pirsgirêka Kurd çareser nebe."

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, bi wesîleya wefata hunermend Kazim Koyûncû  ew bi rêzdarî bibîr anî.