Kîrchner careke din bi nelirêtiyê hate sûcdarkirin
Lîdera çepgir Crîstîna Kîrchner ku 8 salan li Arjantînê serokdewlet bû, careke din bi karekî ne li rê hate sûcdarkirin.
Lîdera çepgir Crîstîna Kîrchner ku 8 salan li Arjantînê serokdewlet bû, careke din bi karekî ne li rê hate sûcdarkirin.
Mîna gelek lîderên çepgir ên di salên 2000'î de li Latîn Amerîkayê bûn desthilatdar, li dijî Crîstîna Kîrchner jî sûcdariyên nelirê û bertîlê tê kirin. Kîrchner ku beriya niha bi spekulasyona li bazarê hatibû sûcdarkirin, vê carê jî bi nelirêtiya li îhaleyên cemaweriyê tê sûcdarkirin.
Dadgerê Arjantînî Jûlîan Ercolînî biryar da 10 mîlyar pezo ( 600 mîlyon Euro) yê Serokdewleta berê ji bo vê gavê werin desteserkirin. Wezareta Edaletê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ev biryar wê heta biawîbûna dozê dewam bike.
Ji ber ku şîrketa Aûstral a karsazekî bi navê Lazaro Baez di dema Kîrchner de beşeke mezin a îhaleyên cemaweriyê girt, ev yek li dijî Kîrchner weke delîlê sûcdarkirinê tê nîşandan.
Herî dawî li dijî Dîlma Roûsseff ku du serdeman li Brezîlyayê serokdewlet bû, sûcdarî hatibû kirin û di encama van sûcdariyan de ji wezîfeyê hatibû kirin.
Ji ber ku Maûrîcî Macrî yê rastgir ê ket şûna Kîrchner, navê wî mîna Mîchel Temer ê ket şûna Roûsseff di karên nelirê de derbas bûn û ketin ber lêpirsînan, baweriya gel a bi partiyên siyasî kêm bû.