Kî wê bibe serokwezîrê Iraqê?

Li Iraqê xebatên avakirina hikûmeta nû didome, li hêla dî hate gotin koalîsyonên Sarîûn û Fetîh ji bo serokwezîrtiyê li ser navê Mazin Eşîkar li hev kirine.

Piştî hilbijartina Iraqê ya 12’ê Gulanê û piştî ku encamên wê 9’ê Tebaxê hatin ragihandin xebatên avakirina hikûmetê û danûstandin didomin.

Geşedanên nû ji xebatên eniya Sarîûn û eniya Hadî Amîrî û Nûrî Malîkî derket in, ku serektiya eniya Sarîûn Mukteda El Sadr ê Şiî dike û serektiya Heşdî Şebî Hadî Amîri dike. Koalîsyonên Sarîûn û Fet3ih di navbeyna xwe de  ji yek eniyê dest bi avakirina hikûmetê kirin.

Li gorî malpera Sky Pres a bi navenda Iraqê, pêkhateyên siyasî yên Iraqê di rûniştina parlamentoyê de ku Şemiyê wê pêk were, ji bo namzetiya serokwezîriyê li ser navê Mazin Eşîkar li hev kirin.

Nûçe xwe dispêrê hevdîtinên navbeyna Sarîun, koalisyona Fetîh û pêkhateyên dî yên siyasî. Li gorî nûçeyê Sarîûn, Fetîh, Biryara Iraqê, Tevgera Zanînê ya Netewî û Vataniyye li hev kirin ku Eşîkar, ku pisporê aboriyê ye bi rengê namzetiya serokwezîrtiyê nîşan bidin. Diyar nebû bê ka pêkhatiyên dî yên siyasî çi biryar dane.

Beriya niha di rûniştinên parlamentoyê de ji bo namzetiya serokwezîrtiyê 8 nav hatibûn pêşniyarkirin.