Keştiya Îranê li ser ava Quweytê noqî avê bû: 6 kes mirin

Li gorî medyaya Îranê keştiyeke bazirganiyê ya Îranê, li ser ava Quweytê noqî avê bû û 6 kesên ku welatiyên Îran û Hindistanê bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Irna’yê, Serokê Rêxistina Lîmanan û Behrevaniyê ya Îranê Nasir Pasandeh roja Sêşemê daxuyanî da û got: “Keştiya bi navê Arabahtar I, bi 6 xebatkarên keştiyê yên ji Hindistan û Îranê re, roja Yekşemê noqî avê bû.”

Pasandeh ragihand ku bi saya “koordînasyona” di navbera Îran û Quweytê de, cenazeyê 3 kesan hate derxistin.

Pasandeh diyar kir ku li Quweytê ji bo dîtina “sê cenazeyên din” xebatên lêgerînê dewam dikin.

Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE’yê (Centcom) roja Pêncşemê daxuyanî dabû û ragihandibû ku 23’yê Tebaxê li ser avên navneteweyî du behrevanên sivîl ên Îranî yên “di rewşa zehmet de” rizgar kirine.