Piştî êrîşa roja Înê ya li Stockholmê rayedaran diyar kirin ku gumanbarekî din jî hatiye binçav kirin. Bi hezaran kesî ji bo kuştiyên di êrîşê de li qada Sergelstorgê rêz girtin. Li avahiyên fermî yên li derdorê, ala heta nîvî hatin daxistin.
Piştî êrîşa roja Înê ya li paytexta Swêdê Stockholmê ya ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn, lêpirsînên êrîşê didomin. Rayedarên Swêdê diyar kirin ku kesekî din jî hatiye binçav kirin. Rayedaran diyar nekirin bê ka kesê ketiye binçavan têkiliya wî bi êrîşê heye yan na.
Şefê Polîsên Neteweyî yê Swêdê Jonas Hysing, diyar kir ku kesê xistine binçavan bi eslê xwe Ozbek e û dema dikira bireviya li banliyoya Stockholê hatiye binçav kirin. Hat diyar kirin ku, sedema binçavkirina vî kesî ev e ku eleqeya wî bi “DAIŞ û rêxistinên olparêz ên radîkal” heye.
Polîsan diyar kirin ku di dawiya hefteyê de avêtine ser gelek malan û 7 kes jî hatin lêpirsîn.
Di heman demê de bariyerên metal ên Kuçeya Drottninggatanê jî hatin rakirin û kulîlk danîn wê derê. Bi hezaran kes li qada Sergelstrogê hatin ba hev û rêz girtin. Li avahiyên fermî jî ala heta nîvî hatin daxistin.