Kesekî din ê di êrîşa Londonê de birîndar bû, mir
Bi êrîşkar re di êrîşa Çarşemê de ku li paytexta Ingîltere Londonê pêk hatibû hijmara kesên ku di êrîşê de mirin bûne 5.
Bi êrîşkar re di êrîşa Çarşemê de ku li paytexta Ingîltere Londonê pêk hatibû hijmara kesên ku di êrîşê de mirin bûne 5.
Polîsê Londonê daxuyanî da û got şevê dî birîndarekî 75 salî jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniyê di êrîşa Khalîd Masood de ku duh ji hêla polîsan ve hatibûn kuştin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bûne 4.
Di êrîşê de ji 40 kesî zêdetir mirov birîndar bûbûn, hate diyar kirin ku ji van birîndaran rewşa yekî dî jî giran e û rewşa 5 kesan jî krîtîk e.
Êrîşa duh a li ber Parlamentoya Londrayê çeteyên DAIŞ’ê anîbûn ser xwe.