Kêmaniya cerahî li Afrîkayê rê li ber mirinê vedike
Li Afrîkayê ku bi sedan milyon mirov lê xizanin, ji ber nebûna derfetên tipê, gelek mirov jiyana xwe ji dest didin.
Li Afrîkayê ku bi sedan milyon mirov lê xizanin, ji ber nebûna derfetên tipê, gelek mirov jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî gotareke ku li kovareke zanistiyê ya bi navê The Lancetê hate weşandin, operasyonên cerahî yên li parzemîna Afrîkayê li gorî herêmên din ên cîhanê dibe sedema hê bêhtir mirina mirovan.
RÊJEYA PISPORAN GELEKÎ KÊM E
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo pêşî li mirina mirovan were girtin divê ji bo her 100 hezar kesî 20 heta 40 doktorên cerahî, pisporên jidayikkirinê û anestezî hebin. Halbûkî li Afrîkayê ji bo 100 hezar kesî tenê bi rêjay 0,7 doktorên pispor hene û ev jî dibe sedem ku mirina mirovan zêde bibe.
Di gotara The Lancetê de hat ragihandin ku ji bo vî karî dosya 10 hezar û 900 nexweşên li 250 nexweşxaneyên li 25 welatên Afrîkayê hatin lêkolîn.
DI OPERASYONÊN NE LEZGÎN DE Jî HEJMARA MIROVAN DIMIRIN BI 2 QATAN ZÊDE YE
Li gorî encamên lêkolînê, li parzemîna Afrîkayê her 100 hezar kes 212 operasyonên cerahî derbas kirine. Ev rêje li gorî rêjeya gelemperiya cîhanê bi 20 qatan kêmç e. Tevî vê yekê jî mirina piştî operasyonan bi 2 qatan zêde ye. Di operasyonên cerahî yên ne lezgîn de jî li gelemperiya cîhanê rêjeya mirovên piştî operasyonê jiyana xwe ji dest didin, 0,5 e, lê li parzemîna Afrîkayê ev rêje 1 ji sedî ye.
Wekî din, piştî her 100 emeliyatên cerahî yên li parzemîna Afrîkayê li 18 ji wan komplîkasyon tê dîtin û 10 ji sedî ya van komplîkasyonan rê li ber mirinê vedikin.
Di gotarê de tê destnîşankirin ku hem kêmaniya pisporan hem jî kêmaniya çavkaniyan rîska mirinê di operasyonên cerahî de zêde dikin.
Yek ji pisporên ji Başûrê Afrîkayê Brûce Bîccard da xuyakirin ku heta pirsgirêka çavkaniyê neyê çareserkirin, zhemet e pêşî li mirina li Afrîkayê were girtin.