KCK: Bila ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand û got, “Em hêvîdar in ku ev cejn wê ji civakên Rojhilata Navîn û gelên Misilman re edalet, wekhevî û azadiyê bîne."

DAXUYANIYA BI WESÎLEYA CEJNA REMEZANÊ

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xeze, Sûriye, Rojava û herêmên din Misliman di meha Remezanê de zehmetî kişandine û ev tişt hat gotin, "Em cejna hemû gelê xwe yê li gel baweriya xwe li dijî êrîşan li ber xwe dan, pîroz dikin.” Di daxuyaniyê de qala komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê hate kirin û hate gotin, "Ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û hevpar divê em bi berpirsyarî rabin."

Di daxuyaniya KCK'ê de hat diyarkirin ku têkoşîna gelê Kurd a bi Newrozê re xurt bû "perspektîfa neteweya demokratîk û serketineke şoreşgerî" teqez kiriye. KCK'ê, destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de wezîfe dikeve ser milê alimên olî û rêberên baweriyan jî û wiha got, "Em bi hêviya Rojhilata Navînek ku înkara Kurdan lê bê pûçkirin û wekheviya gelan bê xurtkirin Cejna Remezanê pîroz dikin." KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê, bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi malbatên şehîd û girtiyan re û banga xwe ya yekîtî û hevgirtinê ya bi hemû gelê Kurd re dubare kir.

Navaroka tevahiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

"Alema Îslamê bi temamkirina rojiya Remezanê ya sala 2025’an re, xwe amade dike ku cejna Remezanê pîroz bike. Di serî de weke Tevger em Cejna Remezanê li Alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev Cejna Remezanê ji bo pêkhatina edalet, wekhevî û azadiyê li Rojhilata Navîn û Alema Misilman, ji bo aştî û wekheviya di navbera gelan û baweriyan de serwer bibe û ji bo pêşxistina Avakirina Jiyana Demokratîk bibe wesîle. Em hêvî dikin ku wê aştî, azadî, yekîtî, hevgirtin, wekhevî, xwişk-biratî û bereketê bîne ji bo hemû gelên Misilman ên ku rojiyên xwe bi niyeta baş, duayên baş û karên baş temam dikin.

Weke civakên Rojhilata Navîn, em vê Cejnê jî di nava şerekî giran, pevçûn û têkoşînên civakî de derbas dikin. Civakên li erdnîgariyên cuda ku gelên Misilman lê dijîn, bi krîzên aborî, polîtîkayên mêtinger-zordar û pirsgirêkên siyasî re rû bi rû man. Li gelek deverên Rojhilata Navîn bi taybetî li Xeze, Sûriye, Rojava, Başûr û herêmên gerîla, civatên Misilman meha Remezanê bi têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê, zext, zordarî, birçîbûn û xizaniyê derbas kirin. Di meha Remezanê de li Xezeyê êrîş dewam kirin. Li Sûriyeyê di meha Remezanê de gelê Elewî hatin qetilkirin. Li Rojava îbadeta rojiyê bi berxwedana gel a bi rûmet a li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî Bendava Tişrînê hat derbaskirin. Tevî îlankirina agirbestê jî her roj bi sedan caran ji bejahî ve bi tank û topan, ji hewayî ve jî bi SÎHA û balafirên şer qadên gerîla hatin bombekirin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bibîr bixin ku berxwedana Misilmanan a li dijî êrîşan tevî Rojiya Remezana Pîroz jî, bi qasî îbadeta wan pîroz e. Em Cejna Remezanê li hemû gelê Misilman ku li her derê di nav berxwedanê de ne, pîroz dikin. Em bang li hemû Misilmanan ku ola Heqîqet, Edalet, Aştî, Başî û Rastiyê ye dikin ku di pêvajoya pêş de tevkariyê li Têkoşîna Demokrasiyê ya bi pêşengiya Gelê Kurd bikin.

Kurdistaniyên welatparêz ên hêja:

Di vê pêvajoyê de ku em şahidiyê ji pêvajoyeke nû re dikin ku navenda wê Kurd û Kurdistan e li Rojhilata Navîn em Cejna Remezanê bi hev re pêşwazî dikin. Kurdên misilman piraniya rojên ku rojî girtin bi çalakiyên demokratîk û têkoşîna li qadan derbas kirin. Têkoşîna mezin a gelê Kurd ku bi 8'ê Adarê re destpê kir û bi Newrozê re gihişt lûtkeyê, peyamên dîrokî dan. Ev pêvajoya ku em bi wateyên dîrokî re tên cem hev, di îmkanên pêkanîna Şoreşa Azadiyê, perspektîfa Neteweya Demokratîk, Avakirina Civaka Exlaqî û Polîtîk a di xeta Şaristaniya Demokratîk de ji berê bêhtir mezin dibe û pêş dikeve. Mîna ji bo her kesî ev pêvajoya dîrokî wezîfe û berpirsyariyê li ser we Seydayên hêja, Alimên Olî û rêberên Baweriyan ferz dike. Li ser bingeha Avakirina Jiyana Azad, Wekhev û Hevpar avakirina Modela Jiyana Demokratîk û Azad a Gelan û meşandina têkoşîna serdemê bi armanca herî mezin û pîroz a pêkanîna Ronesansa Rojhilata Navîn e û ev jî tê wateya Jinûve Jidayikbûnê. Em hêvî dikin ku, înkarkirina Kurdan ji holê rabe, xwişk-biratiya gelan xurtir-berfirehtir bibe, Rojhilata Navîn ji zemîna şer û pevçûnan derkeve û lê demokrasi, edalet û azadî serwer be. Em hêvîdar in ku her kes sekneke li gorî têkoşîna vê pêvajoyê raber bike.

Bi vê wesîleyê re em weke tevger careke din Cejna Remezanê li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên wan pîroz dikin û hêvî dikin ku niyeta wan were qebûlkirin. Divê em di Cejna Remezanê de hê xurttir xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi bîr bînîn. Divê em bi awayekî komî serdana şehîdgehan bikin û hevgirtina xwe bi malbatên girtiyan re û bi taybet malbatên şehîdan re di asta herî jor de nîşan bidin. Bi wesîleya vê cejnê em weke tevger bejna xwe li ber bîranînên şehîdên xwe bi hurmetî û minetdarî ditewînin û soza xwe dubare dikin ku ji bo doza mafdar a Civaka Demokratîk em ê têkoşîna gelê Kurd heta serketinê bidomînin.

Em bang li tevahiya gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê dikin ku, vê Cejna Remezanê bikin wesîleya xurtkirina yekîtiya xwe, pêşvebirin û mezinkirina hevkarî û hevgirtinê. Em bang li civakên Rojhilata Navîn, derdorên Misilman ên Demokratîk dikin ku bi hişmendiya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin bikin û Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn a Demokratîk xurt bikin. Em careke din hêviyên xwe dubare dikin ku ev cejn wê edalet, aştî, xwişk-biratî û azadiyê ji gelan re bîne û em Cejna Remezanê ya hemû gelên Misilman bi taybetî li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."