ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê were şopandin.
Prof. Dr. Cengîz Aktar nîqaşên li ser pêvajo û diyalogê nirxand û anî ziman ku desthilatdarî têkildarî daxwazên Kurdan îradeyeke siyasî nîşan nedaye. Aktar got, divê hikumet gavê biavêje.
Amadekarî têne kirin ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyên cuda bê pîrozkirin. Koma Awazê Çiya ku amadekariyên pîrozbahiyê dike raihand ku wê bi huner, awaz û amûrên xwe 4'ê Nîsanê pîroz bikin.
Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê 4'ê Nîsanê weke 'xwebûn' û hebûna azadiyê pênase kir û diyar kir ku ew vê rojê bi coşa avakirinê pêşwazî û pîroz dikin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Cejna Ekîto bi mîrateya xwe ya ji 7 hezar salî, her sal 1'ê Nîsanê tê pîrozkirin. Ev cejna ku ji Mezopotamyayê destpê kiriye û dewam dike, tê wateya hatina biharê û hêviyê.
Hejmara 241'ê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta 'Bûyîna 3'yemîn ronesansa jinê ye' hate weşandin.
PKK ji avabûnê û vir ve guherîn û veguherîn kiriye cewhera xwe. PKK'ê bi guherîna salên 2000'î re planên qirkirinê têk bir û xwe parast. Beşa 6'emîn a rêze nivîsa Gulistan Cîhan.