KCDK-E’ê, êrîşa Îranê ya li Koyê şermezar kir

KCDK-E’yê, êrîşa rejîma Îranê ya li hemberî PDK’ê û PDK-Î’yê ku li navçeya Koyê ya Hewlêrê pêk hatibû şermezar kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. Daxuyanî wiha ye: “Êrîş, di dema ku hevdîtina Rûsya, Îran û Tirkiyê pêk dihat de hate kirin. Ev mirov dixe nav fikaran. Di heman rojê ku bi fuzeyan êrîş birî ser navçeya Koyê, rejîma Îranê sê ciwanên Kurd darve kirin. Ev pêkanîn, di mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn didome, pirsgirêkan kûrtir dike.

Rejîma Îranê bi vê êrîşê û darvekirina ciwanên Kurd, dixwaze alozî û pevçûnan kûrtir bike. Lê divê rejîma Îranê bizane ku nikare bi van êrîşan gelê Kurd bêdeng bike û bisekinîne. Ev êrîşên wê tenê xizmeta kûrkirina alozî û pirsgirêkan bike.

Tu kes nikare daxwazên gelê Kurd ên demokratîk bi zext, zor û komkujiyan bitepisîne. Em dixwazin ku rejîma Îranê demildest dev ji van êrîşan berde û vegere diyalogê. Divê rejîma Îranê, li hemberî azadiya mirovan, ramanên siyasî û mafê gelê Kurd ê xwerêxistinkirinê  demildest dev ji darvekirin û kuştin û rêbazên hovane dest berde.

Em kesên di êrîşa li navçeya Koyê ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest dayî û ciwanên ji ber ramanên xwe yên siyasî hatî darvekirin bi rêzdarî bibîr tînin. Em ji malbat û xizmên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û birîndaran re şîfaya xêrê dixwazin. Bila serê gelê me sax be.”