Katalonya devjê bernade; hikûmeta Îspanyayê bi lezîn dicive

Aloziyên di navbera Îspanya û Katalonyayê de dewam dike, Desteya Wezîran li Madrîdê li dijî rêveberiya Katalonya ya ku îlan kir kû dev ji serxwebûnê bernadin, wê civînek awarte lidar bixin.

Hewldanên astengkirina îlana serxwebûnê ya ku 1’ê Cotmehê ku tevî hemû astengiyan 2,3 milyon Katalonî çûn referandûman serxwebûnê û dengê ji sedî 90 erê anbîbû, dewam dikin.

Demê hikûmeta navendî ya Îspanya ku ji bo pavekişana Serokê Herêma Katalonya Carles Pûîgdemont hatî diyarkirin îro bi dawî dibe, Pûîgdemont diyar kiribû ku eger diyalog pêk neyê wê li Parlemetoya Herêmê serxwebûnê bixe dengdanê.

Hikûmeta Îspanyayê li dijî vê sekna Pûîgdemont dîsa gefa pêkanîna bi temamî ya madeya 155’an kir. Hikûmeta cepgir a di bi serokwerzîrtiya Marîano Rajoy de, ji bo gav avêtinên nû wê roja Şemiyê wê civînek awarte lidar bixin.

MADEYA 155 ÇI DIBÊJE?

Dema ku madeya 155’an a Destûra Bingehîn pêk were, raye heye ku rêveberiya anvendî rêveberiya serbixwe ya Katalnoyayê bêxin askiyeyê. Ji bo vê rayeyê pêk bînin, divê erêkirina Senatoyê bigirin. Tê texmînkirin ku wê piraniya partiyên çep, rast û navendî yên Îspanyayê destek bike.

Rayeyên vê madeyê ya ku heta niha nehatiye bikaranîn, tê payîn ku ‘Qanûna ewlekariya netewî’ ya Madrîdê bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de polîsên Herêma Katalonya Mossos d’Esqûadra ya ji bo astengkirina referandûmê dest danî ser rêveberiyê, bi temamî bixe di bin kontrolê de.