Katalan pêşî li hikumeta Sanchez vedikin

Ji bo hikumeta Serokwezîrê Partiya Sosyalîst a Spanyayê (PSOE) Pedro Sanchez dengê pêbaweriyê werbigire, partiya Katalan a alîgirê serxwebûnê ERC pêşî lê vedike.

Li Spanyayê, ji hilbijartinên giştî yên pêşwext ên meha Mijdarê û vir ve hîn hikumet ava nebûye. Bi saya lihevkirina bi Katalanên alîgirê serxwebûnê tê payin ku hikumet dengê pêbaweriyê werbigire.

Ji bo hikumeta koalîsyonê ya Serokwezîr Pedro Sanchez û Partiya Çep a Radîkal Podemos dengê pêbaweriyê werbigire, wê dengdana destpêkê roja Yekşemê bê kirin. Lê belê her du partî bi giştî xwedî 155 kursiyên li parlamentê ye. Li parlamenta ku hejmara kursiyên wê 350 ye, ev hejmar têrê nake. Beriya niha bi saya lihevkirina bi partiyeke sereke ya welatê Baskê PNV'ê wê 6 parlamenterên vê partiyê jî piştgirî bidan hikumeta PSOE-Podemos.

WÊ BÊALÎ BIMÎNIN Û BI VÎ RENGÎ PÊŞÎ LI HIKUMETA SANCHEZ VEKIN

Ji ber ku piştgiriya PNV'ê têrker nîne, ji 30'ê Mijdarê ve di navbera PSOE û Çep a Komarger a Katlonayayê (ERC) ku alîgirê serxwebûna welatê Katalan e hevdîtin dihate meşandin. Lihevkirina ku di navbera PSOE û ERC'ê de pêk hat doh êvarê li kongreya ERC'ê pêşkêşî dengdanê hate kirin û bi vî rengî pêşî li wê yekê hate vekirin ku 13 parlamenterên Katalan di dengdana pêbaweriyê de di tûra duyemîn a roja Sêşemê de bêalî tevbigerin. Bi saya vê yekê wê dengên 'erê' li hemberî dengên 'na' zêdetir bibe û ev yek wê ji bo avabûna hikumeta PSOE û Podemosê têrker be.

HIKUMETÊN NETEWEYÎ Û HERÊMÎ WÊ DANÛSTANDINAN BIKIN

Di berdêla vê lihevkirinê de tê payin ku hikumeta Madrîdê û Hikumeta Herêmî ya Katalonyayê danûstandinan bikin. Her wiha xalên ku her du hikumet li ser li hev bikin divê pêşkêşî dengdana gelê Katalan bên kirin.

Li Katalonyayê di referandûma serxwebûnê de ya sala 2017'an piraniya mirovên dengê xwe dan xwestibûn ku ji Spanyayê qut bibin. Lê belê rêveberiya Madrîdê referandûm nasnekiribû û rêveberiya herêmî betal kiribû. Di hilbijartina giştî ya pêşwext de ku piştre hate kirin ERC a alîgirê serxwebûnê û partiyên din ên alîgirê serxwebûnê serweriya li parlamentê bi dest xistibûn.

Tevî vê yekê jî li Serokê demê yê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdmeont û gelek rêveberên Katalan ketibûn ber dozê û cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.