Karkerên şîrketa hewayî yên li Ewropayê wê dest bi grevê bikin

Sendîkayên ku nûnertiya xebatkarên şîrketa hewayî ya erzan a Îrlandayê Ryanaîr dikin, dawiya hefteyê wê dest bi grevê bikin. Tê payîn ku seferên balafiran li gelek welatên Ewropayê bên betalkirin.

Sendîkayên li Belçîka, Spanya, Fransa, Îtalya û Portekîzê ji vê Înê û pêve biryara grevê dan. Sendîkayên ku bertek nîşanî şert û mercên nebaş ên xebatê didin, daxwaza zêdekirina mûçeyan dikin.

Grev ji 24’ê Hezîranê û şûnde li Belçîka, Spanya û Portekîzê destpê kir û wê heta 26’ê Hezîranê roja Yekşemê bidome.

Li Fransayê jî wê grev di 25’ê Hezîranê de destpê bike û roja Yekşemê bi dawî bibe.

Rêvebirê Ryanaîr Mîchael O'Leary roja Sêşemê îdia kir ku grev wê “ti bandoreke xwe" li ser karûbarên şîrketê nebe. Lê vê hefteyê, ji niha ve bi dehan seferên balafirgeha Brukselê ji ber wê hatine betal kirin.

Balafirgeha Brukselê ragihand ku vê roja Înê tenê ji 34 seferên plankirî 10 sefer hatine betalkirin. Ji bo dawiya hefteyê jî hat ragihandin ku wê ji sêyan yek ji seferên balafiran bên betalkirin.

Hat diyarkirin ku ji roja Şemiyê û şûnde wê seferên balafiran li balafirgehên Marsîlya, Toûloûse, Beaûvaîs û Bordeaûx ku balafirên Ryanaîr lê dadikevin û radibin bên betalkirin.

Piştî grevên 12 û 13’ê Hezîranê, rêveberiya Ryanaîr’ê ji bo muzakereyên 17’ê Hezîranê bang li sendîkayan kiribû.

Nûnerê sendîkaya karmendan SNPNC Damîen Moûrgûes hişyarî da ku ger ji danûstandinan encam neyê standin wê di 14’ê Tîrmehê de dîsa dest bi grevê bikin.

Grevên Ryanaîr wekî beşek ji daxwazên civakî yên berfireh ên karmendên di sektora veguhestina hewayî ya Ewropî de têne diyar kirin.

WÊ ŞÎRKETÊN DIN JÎ DEST BI GREVÊ BIKIN

Girêdayî buhabûna buhayê kel û pelan hin sendîkayên li Ewropayê bi taybetî ji bo nîqaşkirina zêdekirina mûçeyan banga destpêkirina diyaloga civakî dikin.

Sendîkaya pîlotan Alterê ragihand ku wê 25'ê Hezîranê roja Şemiyê li Aîr France-KLM'ê grev bê destpêkirin.

Sendîka dibêje balafirgehên Charles-de-Gaûlle û Orly yên li Parîsê û balafirgehên “Toûloûse, Nîce û Marsîlya weke potansiyel” dibe ku ji grevê bandor bibin.

SNPNC her wiha diyar dike ku di mehên havînê de personelên şîrketa Transavîa plan dikin ku dest bi grevê bikin. Roja Duşemê, Federasyona Karkerên Veguhastinê ya Ewropî hişyarî da ku “kaosa ku pîşesaziya balafirgehê pê re rû bi rû ye wê havînê xirabtir bibe.”