Karkerên li Belçîkayê wê cardin dest bi grevê bikin

Li Belçîkayê, sendîkaya karkeran a sosyalîst FGTB‘yê biryar girt ku wê di meha mijdarê de dest bi grevê bikin.

Federasyona Kar a Giştî ya Belçîkayê (FGTB) di daxuyaniya da ajansa nûçeya Belgayê de, ragihand ku wan biryar girtiye ku di hema mijdarê de dest bi greva giştî bikin.

20’ê Hezîranê 80 hezar kes tev li meşa li Brukselê bûbûn. Sendîkaya sosyalîst piştî vê çalakiyê dixwaze li zexta li ser hikûmetê dewam bike.

FGTB‘yê her wiha planê pêşkêşkirina lîsteya daxwazan a wek eniyeke sendîkal dike. Hedefa esas a bi grevê ya sendîkayê yasayê 1996’an ê guherîna mûçeyan li Belçîkayê ye. Bi vê yasayê, gava mirov şirketên Belçîkayê û yên cîranên wê bide ber hev, nedana îmtiyazê ji kara xwe dikin armanc.

Di vê çarçoveyê de, ji bo guherînên lêçûnên mûçeyî yên serdema 2021-2022’yan marja herî zêde wek 0,4 hatibû diyarkirin. Ev jî tê wê wateyê ku wê mûçeyên di sendîkayên fealiyetê de di du salan de (endekskirin ne di nav de) ji sedî 0,4 zêdetir nebin.

Bi ya sendîkayên karkeran, bi ser qewilê vê yasayê ketiye. Lê dilê hikûmetê li guherandina yasayê nîn e.