Karbondîoksît bi kêmkirina wesayitan dikare bê kêmkirin

Çalakiyên 'Yekşem a bê wesayit' ku bi hefteyan e li gelek welatên Ewropayê pêk tên îro jî didomin. Ji wesayitên girseyî wêdetir emîsyona ku ji wesayitên şexsî belav dibin di asteke bilind de ye.

Di serî de li Parîs, Bruksel, London, Berlînê li dehan bajarên Ewropayê bi çalakiyên 'Yekşem a bê wesayit' hem wê rojekê hewa neyê qirêjkirin hem jî bala civakê bikişînin ser vê mijarê. Li Fransayê tevî paytext Parîsê wê li gelek bajaran û taxan ajotina wesayitan bê cezakirin. Ev çalakî ji sala 1950'î ve pêk tê.

YEKEMCAR BI KRÎZA PETROLÊ DEST PÊ KIRIBÛ

Li taybetî li welatên pêşketî, çalakiya roja bê wesayit di sala 1956'an de dest pê kir. Di dema Krîza Suveyşê de ku Îsraîl, Brîtanya, Fransa û Misir tê de hebûn, ji ber ku îthalata petrolê asteng bû li Swîsreyê hikumetê di dawiya sala 1956'an de bikaranîna wesayitan di çar rojên yekşemê de qedexe kiribû.

Li welatên Ewropayê ku di mijara enerjiyê de bi giranî bi derve ve girêdayî ne, vê çalakiyê destpêkê di sala 1973'an de ji ber nebûna enerjiyê pêk hat. Lê belê piştî ku hate hînbûn qirêjiya hewayê ji ber karbondîoksîtê ye û ev yek jî sedema bingehîn a germahiya global e, veguherî çalakiya ji bo parastina hawirdorê û ekolojiyê. Ji xwe tê zanîn ku li Londonê her sal 9 hezar mirov ji ber nexweşiyên ji qirêjiya hewayê di temenekî beriya yê normal de jiyana xwe ji dest didin. Li gelemperiya parzemîna Ewropayê tê gotin ku bi sed hezaran mirov ji ber vê sedemê dimin.

LI WELATÊN DIN JÎ BELAV BÛN

Çalakiyên 'Yekşem a bê wesayit' ne tenê li Ewropayê pêk tên. Li Japonya, Kanada, Brezîlya û Arjantînê, li gelek welatan pêk tên. Mînak li paytexta Meksîka Meksîko Cîtyê di sala 2007'an de kolan û rêyên girîng ên bajarên mezin li wesayitan hatin qedexekirin.

BANDORA WESAYITAN LI EMÎSYONÊ

Bandora wesayitan çi wesayitên girseyî çi jî yên şexsî ya der barê gemarîbûna hawirdorê û germahiya global gelekî bilind e.

Li welatên Yekîtiya Ewropayê 30 ji sedî yê gaza CO2 ji ber wesayitan e. Ji ber vê yekê sê ji çar parên belavkirina vê gazê ji ber wesayitên bejahî ye. Yanî yek ji pênc parên karbondîoksîtê bi temamî ji ber wesayitan e.

Welatên Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya vê rastiyê de ji xwe re kirin hedef ku belavkirina gaza CO2 heta sala 2050'î li gorî sala 1990 bi rêjeya 60 ji sedî kêm bike.

Ji bo ev armanc pêk were divê heta sala 2030'î rêjeya belavkirina gaza CO2 li wesayitên şexsî bi rêjeya 37.5 ji sedî li qemyonetan jî bi rêjeya 31 ji sedî bên kêmkirin. Lê belê di serî de Elmanya li gelek welatan afirînerên wesayitan hewl didin van hewldanên welatên xwe asteng bikin.