Karasû: Silava Bahçelî bi armanca şerê taybet e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû: Silava Devlet Bahçelî ji bo şerê taybet e. Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya fêhmnekirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê ya Tirk.

MÛSTAFA KARASÛ

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Weke tevger we her tim ev nirxandin dikir; 'Dewleta Tirk a faşîst ji ber ku di qadên şer de nikare encamê bi dest bixe, zext û zordariya li ser gelê Kurd zêde dike; di encamê de civaka Tirkiyeyê hîn bêhtir dirize.' Roj bi roj komkujî û destdirêjiya li jin û zarokan zêde dibin, dizî, gendelî û feqîrî di lûtkeyê de ne, sînorên tehamula mirovan a ji bo hev nemaye. Muxalefeta Tirk vê rewşê bi aboriyê ve girê dide. Ev nêzîkatî çiqas rast e û gelo dikare bibe çareserî?

Dewleta Tirk ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şer dimeşîne. Ev şer weke şerê taybet bi awayekî herî qirêj didomîne. Di destpêka salên 1990’î de ji bo tepisandina têkoşîna azadiya Kurd her cure rêbazên qirêj bên bikaranîn biryara şerê taybet hat girtin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û cînayetên siyasî ku 17 hezar ji wan nediyar e, hatin kirin. Bi deh hezaran mirov rastî îşkenceyê hatin û bi hezaran jî xistin zindanan. Sembolên vê serdema şerê qirêj Tansu Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar in. Di wê demê de dijminatiya li Kurdan, PKK û Apo derketibû lûtkeyê. Di wan salan de têgeheke rantê derket holê. Kî dijminatiya Apo, PKK û Kurdan dikir, sûd ji aboriyê digirt û di nava civakê de qedra siyasî û civakî bi dest dixist. Dijminatiya li hemberî Kurdan, şovenîzm û nîjadperestî ewqasî hat sorkirin ku civak nikarîbû asayî bifikire. Ewqas şovenîzm û dijminatiya Kurdan di civaka Tirkiyeyê de ti nirxên exlaqî û wijdanî nehiştibû. Kesên çand û huner ên ku hestên wekî qencî, bedewî, exlaq, wijdan û edaletê diafirînin jî pir qirêj bûbûn. Heta niha jî tê bîra me Ahmet Kaya yê ku di nav civaka Tirkiyeyê de bi nav û deng bû, dema ku got ez ê stranên Kurdî di kaseta xwe de cih bikim, rastî êrîşan hat. Ev rewşa mirovên çand û hunerê re mijûl dibûn asta rizandin û gendeliya salên 1990î radixist ber çavan. Rêber Apo di salên 1990'î de gotibû li Tirkiyeyê hem dewlet û hem jî civak riziyane.

Beşeke mezin a şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd her tim ji hêla şerê taybet ve hatiye meşandin. Şerê leşkerî di esasê xwe de weke navgîna gihandina vî şerê taybet tê dîtin. Bêguman ji sala 2015’an û vir ve şerê leşkerî û şerê taybet bi hev re tê meşandin. Şerê taybet ê herî dijwar ê dîroka Tirkiyeyê piştî Peymana Dolmabahçeyê ya ku di Adara 2015'an de ji aliyê Erdogan ve tune hat hesibandin û bi tecrîda girankirî ya di 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tê meşandin re di dîroka Tirkiyeyê de şerê herî dijwar xistine dewrê. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an AKP'ê bi MHP'ê re tifaq kir, ev şerê taybet bêsînor hat meşandin. Di salên 1990’î de  Hizbûlkontra dihat bikaranîn, ji sala 2014’an pê ve DAÎŞ bi kar anîn. Dijminatiya li dijî Kurdan ji pêkanînên salên 1990’î qat qat zêdetir bûye. Dema ku di salên 1990'î de bi rêbazên hişktir û bi çend rêbazan dihat meşandin, piştî 2015'an rêbazên qirêj qat bi qar bi zêdetir bûn. Kurd hema hema li her derê bênefes hatibûn hiştin. Bi mezinbûna şer re her roj bi dehan siyasetmedar dihatin girtin. Parlamenter, hevşaredarên şaredariyan, rêveberên bajar û navçeyan ên partiyên siyasî di asteke ku li tu deverên cîhanê nayê dîtin de hatin girtin. Suleyman Soylû bi gotina PKK partiyeke jinan e, teror li ser siyasetmedarên jin û endamên rêxistinên jinan meşand, bi hezaran ji wan hatin binçavkirin û jin bi hejmareke ku li tu welatên cîhanê tuneye avêtin zindanan. Li ser ciwanan şerê qirêj meşandin. Madeyên hişbir û fuhûşê weke êrîşeke şerê taybet li ser ciwan û jinên Kurd hatiye belavkirin da ku siyasetê nekin. Dîsa bi taybet futbol werzîş jî ji bo vê armancê hatiye bikaranîn. Taxima ku ciwanên Kurd digirin her tim di lîga super de dibe şampiyon, ev yek jî weke rêbazekî şerê taybet hatiye bikaranîn. Li Tirkiyeyê huner û çand jî bi awayê ku hestên milîtarîst, şovenîst û netewperest derdixe pêş hatiye beralîkirin. Hewl hatiye dayîn hişmendiyeke ku nasname û baweriyên cuda tune dihesibîne, bê afirandin.

Kurd û hemû gelên din ên Tirkiyeyê bi hezar sal in bi hev re dijîn. Lê Kurd ku bi hezaran sal bi hev re jiyane, ji ber ku xwedî li nasnane, ziman û çandê xwe derdikevin weke dijmin hatine dîtin. Kurd ku li metropolên Tirkiyeyê bi hev re dijîn, weke dijmin hatin dîtin. Kurd ji ber axaftin û stranên Kurdî rastî êrîşê hatin. Sûcên li dijî Kurdan asayî hatine dîtin û nehatiye cezakirin. Li dijî Kurdan êrîşê şovenîzm û netewperestiyê hatiye zêdekirin. Di civakeke wiha de ku wiha dinêre cîran û gelekî ku bi hezaran salan bi hev re jiyane, exlaq û wîjdan dimîne?

Dijminatiya Kurdan û bikaranîna her curê rêbazên qirêj li dijî Tevgera Azadiya Kurd, hemû civak kiriye parçeyê şerê qirêj. Di nava sîvîlan de jî gelek kes xwe wek milîtanên vî şerî dîtine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava civakê de têgeheke erkê ya wiha afirandiye. Dijminatiya li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê anîne wê astê ku yên ku weke AKP-MHP’ê nezî Kurdan nabin jî hatine berberîkirin. Weke xayîn û alîgirê PKK’ê hatine dexmekirin. Di serî de jî Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî di her axaftina xwe de êrîş û heqaretê kesên ne ji wan in dikin, bi vî rengî di nava civakê de berberiyeke di cîhanê de nehatiye dîtin hatiye afirandin. Binyata AKP’ê jî ji vê cihêkirinê rehetsiz bûye. Yek ji sedemên bingehîn ku dengên AKP’ê her ku diçe kêm dibe û windakirinên wan ên di hilbijartinên xwecihî yên dawî de ev e.

Netewperestî û şovenîzm civakê rizandiye. Ziman, uslûb û rêbaza netewperestî û şovenîzmê tundî ye. Zîhniyeta mêr e. Di welatekî wiha de ku evqas berberî hatiye afirandin, her kes wê bi guman berê xwe bide li hemberê xwe û tundiyê bike. Eger di nava civakê de tundî hebe, destdirêjiya li dijî jinan, destdirêjî û tundiya li dijî zarokan hebe, sedema wê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybet jî polîtîkayên wan ên di 10 salên dawî de ne. Jixwe di genên MHP’ê de hene; AKP jî bi temamî bûye MHP’ê. Ziman, uslûb û polîtîkayên wan civakeke bi meyla tundiyê û kesê li hemberê xwe weke dijmin dibîne hatiye afirandin. Ji ber ku tehemila AKP-MHP’ê ji xeynî xwe li tu hêzên siyasî û siyasetmedaran nîne, bi vî rengî şekl dane civakê jî.

Eger di nava civaka Tirkiyeyê de tundî, çetebûn, tundî û destdirêjiya li dijî jinan zêde bûne, sedema vê ne pirsgirêkên aborî ne. Herî zêde ji sedî 10’ê êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji pirsgirêkên aborî digirin. Di esasê de ya ku van pirsgirêkan diafirîne, polîtîkayên desthilatdarî, rêveberiya dewletê û zîhniyeta siyasî ya serwer e. Şovenîzm û netewperestî li ku derê evqas were zêdekirin, wê li wê derê meyla tundiyê zêde bibe. Gelek fîlm û rêzefîlmên ên di salên dawî de di milîtarîstkirina civakê de bi bandor bûye. Eger ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd pêwîst be; divê ji bo rastkirina rewşa ruhê civakî ya li Tirkiyeyê û pêşîlêgirtina rizîbûn, bêeslbûn û tundiyê, pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Şerê taybet ê qirêj ê li dijî Kurdan civakê dirizîne. Şerê ku li dijî Kurdan tê meşandin ewqas neheq û ne li gorî nirxên mirovahiyê ye ku ne pêkan e ev şer bi qanûn û hiqûqa asayî were rêvebirin. Ji ber vê di şerê qirêj ê li dijî Kurdan de ne li gorî destûra bingehîn û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigerin. Destûra bingehîn û qanûnên wan ên bi ruhê faşîst jî bi temamî destûr nade vê şerê qirêj. Ji ber vê her curê pêkanînên nemirovî dikin. Ev jî di rizîkirina civakê de dibe faktorek girîng. Yên ku çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê weke şerê taybet ê qirêj ê li ser Kurdan nabînin, ew yan çavên xwe ji vî şerî re digrin yan jî neyekser dibin şirîk. Divê demokrat û siyasetmedarên rast ên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin; di vê aliyê de têbikoşin.

Di hilbijartinên xwecihî de CHP bû partiya yekemîn û di nava civakê de bendawariyeke çêkir. Lê polîtîkayên ku piştre şopand, çi rol di siyaseta Tirkiyeyê de lîst?

Sedema ku CHP di hilbijartinên xwecihî de bû partiya yekemîn, berteka gel a li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 10 salan in. Ji polîtîkayên ku CHP’ê dişopîne zêdetir, nerazîtiyên ku tîfaqa AKP-MHP’ê di civakê de afirand ev encam derxist holê. Polîtîkayên dijminatiya Kurdan ku desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî sala 2015’an ve meşand, di derketina vê encamê de bi bandor bûn.

Kurdan piştî Kurdistanê li Marmara, Çukurova, Ege û Akdenîzê zêde bûn. Ev der di heman demê de aliyê aborî, civakî, çandî û siyasî ya Tirkiyeyê diyar dikin. Niha Kurd li van deran bûne hêzeke civakî ku bandor li ser geşedanên siyasî dikin. Cihê Kurdan a li van qadan di asteke girîng de ye ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd rol bilîze. Bi esasî CHP’ê bi dengên zêde yên di van qadan de bû partiya yekem. Di vê aliyê de hêzên demokrasiyê ku Kurd jî di nav de ne, li bendê bûn ku CHP’ê vê rastiyê bibîne û ji bo demokratîkbûnê helwest raber bike. Jixwe tu hêzên siyasî ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîka neafirîne, nikare bibe demokratîk. Nikare îdiaya demokratîkbûnê bike!

CHP’ê ji bo ku pirsgirêkên bingehîn ên civakî û siyasî yên Tirkiyeyê derbas bike, giranî da pirsgirêkên aborî. Bêguman li Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî ya aborî heye. Ji xeynî çinên navîn û dewlemend, li Tirkiyeyê xizaniyeke cidî heye. Tê fêhmkirin ku CHP bi vê pirsgirêkê re eleqeder dibe. Lê ya ku di esasa xwe de vê pirsgirêka aborî diafirîne polîtîkayên şer in. Dijminatiya Kurdan li Tirkiyeyê desthilatdaran dike hikûmeta şer. Tayyîp Erdogan got, hûn bihaya guleyeke dizanin. Beşeke mezin a bombeyên ku li çiyayan tê barandin ji derve tên kirîn. Ji xeynî vê jî lêçûnên mezin ên şer hene. Bi deh hezaran çete xweyî dikin. Çavkaniyên mezin vedugesînin şerê taybet. Ruşwetê didin gelek alî, kes û dewletên derve. Bi kurtasî şerê li dijî Kurdan pirsgirêka aborî çêdike.

CHP sedema esas ya pirsgirêkên aborî nabîne. Beşeke girîng a berteka civakî ya li dijî AKP-MHP’ê ji ber pirsgirêkên civakî ne ku bêedaletî, berberî û partîzanî diafirîne. Civak li bendê ne ku CHP’ê ji bo demokratîbûnê gav biavêje. CHP jî ji xeynî hin gotinên di vê mijarê de gavek neavêt. Di mijarê pirsgirêka Kurd de polîtîkayek pêşnexist. Ji bo nimûne, dikaribû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avakirina komîsyoneke li meclîsê û nirxandina vê mijarê li meclîsê bixwaze. Ma meclîseke ku di pirsgirekî wiha girîng de rol negire, dikare îdiaya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bike?

Li aliyê din, li şûna ku li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê ku civak jê aciz bûye, têbikoşe; polîtîkayeke ku polîtîkayên wan ên 20 salî asayî dike dimeşîne. CHP, bi polîtîkaya bi navê asayîbûnê hênase daye desthilatdariya AKP-MHP'ê û Erdogan ê ku 9 salin xwîn bi gelên Tirkiyê dide verişandin, civakê dijî hev derdixîne, bêedaletiyê asayî dike, daraz aniye rewşa mîlîtanê ku polîtîkayên wî bişopîne û tam pergalek destpot ava kiriye, asayî kiriye. Uslûba siyasî û siyaseta Tirkiyeyê asayî ne bûye, demokratîk nebûye. Polîtîkayên 9 salî ya Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê hatiye asayîkirin. Li şûna ku hesab ji sepandinên 9 salî bê pirsîn, ev sepandin jî hatine nerm kirin û kirine rewşeke ku bê qebûlkirin. Rêbaza CHP’ê ya nû tam jî daxwaza Erdogan kiriye. Erdogan jî hejandina têkçûna xwe ya hilbijartinê derbas kiriye, dîsa destpê kiriye ku însiyatîfê bixe destê xwe.

Bêguman rewşeke tê fêhmkirin e ku CHP bang li binyata AKP’ê bike û bixwaze qezenc bike. Eger weke partiya yekemîn a Tirkiyeyê bimîne, ji bo wî nêzîkatiyeke tê bendewarkirin ku polîtîkaya wiha bimeşîne. Eger CHP di qalibên xwe yên kevn de nemîne, tê fêhmkirin ku bang li binyata AKP’ê dike. Lê bi helwestên ku Erdogan, polîtîka û sepandinên wî asayî dike, nabe. Bi polîtîka û gotinên rast dikare bigihe armanca xwe. CHP bi asayîbûnê re binyata AKP’ê qezenç nekiriye. Berovajî bûye alîkar ku Erdogan vê binyatê bigire.

Bi kurtasî CHP ji bendewatiyên civakê re nebû bersiv. Demokratîkbûn bi tenê têkoşîna li dijî polîtîka û sepandinên ne demokratîk çêdibe. Nexwe bi gotina min ji Erdogan wê xwest, ew wê kir, demokratîkbûn nayê. CHP bi nêzîkatiyên xwe yên îdeolojîk û polîtîk re helwest û sekneke ku di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rol bilîze, nîşan nedaye.

Helbet rewşa aliyên demokratîk û çep ên Tirkiye û Kurdistanê ku em weke muxalefeta rast bi nav dikin, pir girîng e. Dema ku faşîzma AKP-MHP’ê bi lez û bez zext û zilmê zêde dike, li dijî vê aliyên demokrat, çep-sosyalîst û hemû bindestan dikarin di heman rejeyê de têkoşînê bilind bikin?

Ev yek eşkere ye ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem rêxistinbûn û têkoşîna hêzên demokratîk ên Kurd, hem jî hêzên siyasî yên demokratîk ên Tirkiyeyê û aliyên çepgir diyarker be. Di bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd de, hêzên demokratîk ên radîkal û bi taybet hêzên çep ên demokratîk asta demokratîbûna Tirkiyeyê diyar bikin. Wesf û asta gotin û gavên hêzên siyasî yên di sîstemê de ji bo demokratîkbûnê, girêdayî têkoşîn û hêza rêxistinkirî ya hêzên demokratîk ên radîkal pêş bikeve. Şaş e ku bendewariya gavên girîng ên ji bo demokratîkbûnê ku çareseriya pirsgirêka Kur pêk bîne, ji CHP’ê yan jî hêzekî din a siyasî ya di nava sîstemê de bikin. Li Tirkiyeyê sînorên diyarkirî, feraseteke siyasî û îdeolojîk ku 100 sal in hatine hezkirin heye.

Her çiqas li gorî geşedanên aborî, civakî, çandî û siyasî yên li Tirkiyeyê di hin mijaran de meyl û hewldana derbaskirina van sînoran heye jî, partî û hêzeke siyasî nîne ku van rêgiriyên îdeolojîk-siyasî derbas bike û di wateya rast de Tirkiyeyê demokratîk bike. Helbet di serî de sosyalîst hin hêzên çep ji bo derbaskirina sînorên îdeolojîk û siyasî yên navborî gavên girîng avêtine. Lê hêzên çep ên ku bi 12’ê Îlonê re hêzên wan hatin qirim kirin, hê jî têkoşîna xwedanahev û bihêzbûnê didin.

Bêguman Tevgera Azadiya Kurd û hêzên siyasî yên demokratîk ên Kurd ji bo hêzên çep û demokrasiyê li ser piyan bimînin û xwe bidin hev roleke girîng lîstine. Lê ji ber ku hêzên demokrasiya radîkal ên Tirkiyeyê hê jî di mijara demokratîkbûnê de bernameyeke hevpar û li ser vê bingehê têkoşîna hevpar tam pêk neanîne, bandora ku tê xwestin nikarin nîşan bidin. Halbûkî li Tirkiyeyê danehev û kevneşopiya têkoşîna demokratên çep bi hêz e. Eger platforma têkoşînê ya hevpar ava bikin, wê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê diyar bikin. Hêza siyasî ya demokratîk a gelê Kurd di wê astê de ye ku dikare di derketina hêzeke wiha ya têkoşînê de roleke girîng billîze. Tevgera Azadiya Kurd ji destpêka derketina xwe ya dika dîrokê ve ji bo têkoşîna hevpar a bi hêzên demokrasî yên rast ên Tirkiyeyê re hewl dide. Tevgera di wê baweriyê de ye ku Tirkiye bi vî rengî demokratîk bibe.

Em careke din destnîşan bikin ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bêyî têkoşîna hevpar a bi hêzn demokratîk ên gelê Kurd re nikarin rola xwe bilîzin. Bi heman awayî hêzên demokratîk ên Kurd heta ku di konjonktura heyî de bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re di nava tifaq û têkoşîna hevpar de nebin, nikarin li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûnê pêk bînin. Ev têkoşîna hevpar e ku hêzên din ên siyasî yên Tirkiyeyê jî di aliyê demokratîkbûnê de bixe tevgerê.

Ev tifaq û hevkarî di esasa xwe de divê bibe hevkariya têkoşînê. Bêguman ji ber ku hilbijartin jî parçeyek ji têkoşîna demokratîkbûnê ye, girîng e ku hevpar bikevin hilbijartinan. Lê di eniya Tirkiye û eniya Kurd de hewldanên ku tifaqan neyinî dikin hene. Ev nêrînên şaş û nêzîkatiyên serkî ne. Hin helwestên hestiyarî û bertekî ne. Hêzên dijberê demokrasiyê ne ku naxwazin hêzên demokrasiyê yên Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hevkariyê bikin. Aliyên ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, dewleta Tirk, hêzên desthilatdariyê û saziyên îstîxbaratê hewl didin têgihiştinên bi vî rengî biafirînin. Ji ber ku dizanin wê têkoşîna hevpar têkoşîna Kurdan xurt bike û polîtîkayên qirkirinê vala derxe. Ji ber vê yekê dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Ji ber hin kêmasî û şaşitiyên çêbûyî, li dijî derketina polîtîkayên tifaqê wê hêza polîtîk a Kurdan lewaz bike. Bi kurtasî wê zirarê bide têkoşîna gelê Kurd.

Di vekirina TBMM’ê de ji hevkarên faşîzma AKP-MHP’ê Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir. Li ser vê rewşê tê xwestin di raya giştî ya Tirkiyeyê de têgihiştina ku DEM Partî bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê re li hev bike çêbikin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Serokê MHP’ê yê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina Kurd û Kurdistanê kirina qada belavkirina netewebûna Tirk tu polîtîka û armanca wî nîne, çima destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir? Tê zanîn ku Devlet Bahçelî DEM Partî jî di nav de ji bo siyaseta demokratîk a Kurd çi gotiye. Xeta polîtîk a MHP’ê gotinên wî yên heta niha ne. Wê demê çima dest xwe dirêj kir? Devlet Bahçelî li gorî xwe hincetên dest dana hev ragihand. Eşkere ye ku ev hincet ne rast e.

Beriya vekirina meclîsê Tayyîp Erdogan serdana mala Bahçelî kir. Destê xwe dirêj kirin û polîtîkaya nû ya li dijî DEM’ê, ya rast biryara lîstika nû di vê hevdîtinê de hat girtin. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê lîstikê plan kir û li Devlet Bahçelî da qebûlkirin. Erdogan ji ber ku Bahçelî û MHP’ê baş nas dike, pêşniyareke ku wê Bahçelî qebûl bike kir. Em dikarin bibêjin ku ev planeke ku xeta MHP’ê wê bi dilxweşî qebûl bike. Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ber karekter, polîtîka, sepandinên desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên qirkirinê ku hê jî li ser israr dikin, ev yek weke lîstikeke nû nirxand.

Piştî vê destdirêjiyê yekser di hin aliyan de şîroveyên ku Tifaqa Cumhur bi DEM Partiyê re pêvajoyeke nû ya çareseriyê dide destpêkirin hatin kirin. Divê em yekser wê diyar bikin ku di navbera salên 2007-2015’an de di wateya rast de pêvajoyeke nû ya çareseriyê tune bû, nebû. Polîtîka û hewldanên Rêber Apo hebûn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bike nava pêvajoya çareseriyê. Di vî alî de me ev serdem bi esasî weke pêvajoya xistina desthilatdariya AKP’ê û dewletê nava pêvajoya çareseriyê nirxand. Hemû axaftin, peyam, belgeyên çareseriyê yên Rêber Apo pêşkêş kir û herî dawî Peymana Dolmabahçeyê ku 28’ê Sibata 2015’an li Dolmabahçeyê bi endamên hikûmetê re li hemû weşanên zindî yên televzîyonê hate pêşkêşkirin, ji bo vê armancê bû. Ev peyman beriya ku were weşandin pêşkêşî me hate kirin. Weke rêveberî me pêşniyar kir ku du xalên din ên şênber jî ser bên zêde kirin. Dema ku ev pêşniyar birin, Rêber Apo got tiştên di peymanê de bes in. Li gel ku hin kes nizanin jî gotinên wan ên ku dibêjin Rêber Apo vê peymanê rexne kiriye û kêm dîtiye, ne rast in. Rêber Apo bi vê peymanê re xwest desthilatdariya AKP’ê û dewletê bike nava pêvajoya çareseriyê. Lê ji ber ku Erdogan û rayedarên dewletê yên ku pê re têkiliyê de bûn ne li ser têgihiştineke çareseriyê bûn, vê peymanê qebûl nekirin. Jixwe di Cotmeha 2014’an de li Komîteya Ewlehiyê ya  Neteweyî de biryara plana çokdanînê hat girtin. Bi temamî ne rast e ku hin dibêjin PKK’ê dawî li pêvajoyê aniye.

Rêber Apo jî Tevgera me jî alîgirê çareseriyeke maqûl bûn. Ji ber vê yekê Rêber Apo û Tevgera me ziman û uslûbeke pir bi baldarî bikar anî. Bi nêzîkatiyeke ku hikûmetê jî, raya giştî jî û dewletê jî teşwiqê pêvajoya çareseriyê bike, tevgeriya.

Bêguman Tevgera me jî siyaseta demokratîk a Kurd jî û hêzên demokrasiyê yên rast ên Tirkiyeyê jî her tim ji bo pirsgirêka Kurd alîgirê çareseriya siyasî ya demokratîk a maqûl in. Bi her hêzeke siyasî ku çareseriyê dixwaze re bikeve nava têkiliyê. Ev beriya her tiştê ji bo demokratîbûna Tirkiyeyê gaveke girîng û nebe nabe ye. Dema ku rastiya Tirkiye û polîtîkayên sed salî werin ber çav girtin, tenê yên xwedî zîhniyeta demokratîk dikarin vê gavê biavêjin. Li Tirkiyeyê hem di çareseriya pirsgirêka Kurd de gav bê avêtin hem jî ne bi zîhniyeta demokratîk be. Li rastiya Tirkiyeyê rewşeke wiha ne mijara gotinê ye.

AKP di sala 2002’an de bi hin gotinên demokratîk hat ser desthilatdariyê. Ji ber ku derdorên Îslamî di rabirdûyê de hin zext dîtin, di nava AKP’ê de yên bi meylê demokratîk hebûn. Lê divê bê zanîn ku pêvajoya ku AKP’ê anî ser desthilatdariyê bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re destpê kir. Ji bo ku daxwazên azadiyên gelê Kurd bi temamî tasfiye bike û lewma ji bo vê Kurdan bi tenê bihêle û dorpêç bike, biryar hat girtin ku Îslama siyasî bikin nava dewletê. Yanî ji bo di temamkirina qirkirina Kurd de li kêleka polîtîkaya dewletê bin, kirin nava sîstemê. Dema AKP û Îslama siyasî binirxînin, divê vê polîtîkayê ji bîr nekin.

Di pêvajoya bicihkirina AKP û Îslama siyasî di nava dewletê de, liberabûn û berxwedana hin aliyan hebûn. Ji ber vê desthilatdariya AKP’ê ji bo astengiyên bi vî rengî derbas bike, pêwîstî pê dît ku bang li hesreta demokrasiyê yên gelan bike. Peyamên nerm da Kurdan. Dîsa ji ber ku pisgirêka tam bi cîhbûna di nava dewletê de jiya û ji ber ku şerê bi tund a bi Tevgera Azadiya Kurd wî weke desthilatdarî lewaz bikira, bi navbeynkarên cuda re daxwaza dawîlêanîna şer ji Tevgera me kir. Ligel ku Rêber Apo di aliyê wext de rast nedît jî, ji bo desthilatdarî û devletê bike nava pêvajoya çareseriyê, vê rewşê qebûl kir. Di vê mijarê de hewldaneke mezin da. Lê ji ber ku Erdogan û desthilatdariya AKP’ê bawerî neda, di vê pêvajoyê de bi esasî hêzên demokratîk ên Kurd jî di nav de bihêzkirina hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê esas girt. Projeyên ku hêzên demokratîk ên Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bixe nava tifaq û têkoşîna hevpar, pêşkêş kir. Di vê mijarê de geşedanên girîng jî da qezenckirin.

Gumanên Rêber Apo hatin piştrastkirin. Erdogan Peymana Dolmabahçeyê qebûl nekir ku wê ji bo pêvajoya çareseriyê bibe gaveke girîng. Redkiirna vê peymanê dihat wateya ragihandina şer li dijî Tevgera Azadiya Kurd û hemû hêzên demokrasiyê. Jixwe di havîna 2012’an de plana çokdanînê hatibû amadekirin. Peyamana Dolmabahçeyê jî di çarçoveya vê plana çokdanînê de hatiye redkirin. Ji wê rojê heta niha şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin û êrîşên li dijî hêzên demokrasiyê tê meşandin.

Niha kî bawer dike ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 9 sal in şerê qirkirinê yê qirêj dimeşîne, wê pêvajoiya çareseriyê pêş bixe? Gelo MHP’ê bi temamî dev ji armanc û polîtîkayên xwe yên partiyê berdaye? Kî dikare bibêje MHP’ê dev ji armanca xwe ya qirkirina Kurdan berdaye? Ji bo vê dane û nîşaneyek heye?

Gelo ji bo Tirkiyeyê bi qasî çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî xweş û baştir dibe? Helbet em jî tevgera demokratîk a Kurd jî her tim dibêjin ku alîgirê çareseriya demokratîk in. Eger vê nebêjin wê bi xwe re bikevin nakokiyê. Ji ber vê di hin qenalên muxalefetê de nîqaşên weke ku qey pêvajoya çareseriyê tişteke xirab e, bi tu mantiqê nayên ravekirin. Bêyî ku pêş û paşê wê were nîqaşkirin, nîqaşa li ser pêvajoya çareseriyê weke ku tişteke neyînî ye, hem ji aliyê gelê Kurd û hem jî ji aliyê hêzên demokrasiyê ve weke dijminatiya Kurd were fêmkirin. Nîqaşa qenalên ku dibêjin em muxalîf in, dibe di wê aliyê de be; Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev pêwîst e, lê zîhniyeta AKP û MHP’ê nikare vê pirsgirêkê çareser bike, eger çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya bi Kurdan re dixwazin wê demê bila gavên ku wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biavêjin eşkere bikin. Eger dixwazin maskeya lîstika AKP û MHP’ê derxin, divê ev yek bibêjin.

Kurd dikarin bibêjin ev lîstikek e, polîtîkayên heyî li holê ne, heta ku ev polîtîka neyên guhertin em nabin parçeyek vê lîstikê. Ji ber ku dikarin bibêjin hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo ku gelê Kurd ji têkoşîne dûrbixe, polîtîka xwe ya qirkirina Kurdan hîn hêsantir bide meşandin, serê gelê Kurd tevlîhev bike û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels bike, bi gotina dijî PKK'ê derbikevin lêyistokek xistine meriyetê. Divê heta ku gavên eşkere û guhertinên polîtîk nebînin, wisa bibêjin. Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin, tecrîda giran tê sepandin, zindan veguherîne malên mirinê, bi hezaran siyasetmedar girtî ne, her roj girtin çêdibin û zext li ser çanda Kurd hene. Heta ku ev rewş neyên guhertin, nikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza jidil deynin holê.

Kurd dikarin helwesteke wiha raber bikin. Lê eger muxalîfan li ser neyînîbûna pêvajoya çareseriyê nîqaşan bikin, ev nabe têgihiştineke demokratîk. Wê bibe helwesteke nedemokratîk. Di eslê xwe de wê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên heta niha bipejirîne.

Di eslê xwe de girîng e ku di vê pêvajoyê de çi helwestê bigire. Wê derxe holê ku wê aliyê polîtîkayên CHP’ê çi be. CHP bi eşkere bi gotina, ‘Eger çareseriyek di pirsgirêka Kurd de bibe em ê piştgiriyê bidin’, dikare însiyatîf bigire. Ev yek tê wateya ku di pirsgirêka Kurd de însiyatifê bigire. Ev yek wê CHP’ê deyne ser xeta demokratîk a rast. Bi vî rengî wê careke din nikaribin bi gotina, ‘Hûn li kêleka parçekar in, hûn kêleka wî ne’ CHP’ê sûcdar bikin. CHP’ê berovajî nêzîkatiya hin kesan ku li qenalên muxalîf raber kirin, bixwe dikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de însiyatîf bigre. Bi vî rengî wê polîtîkaya AKP-MHP’ê ya eware kirina Kurdan û sûcdarkirina muxalefetê vala derkeve. Astengiya herî mezin a li pêşiya CHP’ê bibe partiyeke sosyal demokrat a rast AKP- MHP’ê û nêzîkatiyên sûcdar ên hin aliyan e ku asteng dibeCHP di pirsgirêka Kurd de polîtîka biafirîne. CHP bi firsenda peyamên ku AKP-MHP’ê ji DEM’ê re dane, dikare vê rewşê derbas bike û bibe partiyeke sosyal demokrat. Eger hin kes di qenalên muxalîf de dîsa çareseriya pirsgirêka Kurd bikin nîqaşeke neyînî, CHP dîtbariya xwe ya di dema hilbijartinên xwecihî de winda bike; bi vî rengî bikeve nava lîstoka AKP-MHP’ê. Yek ji sedema girîng ku AKP-MHP’ê pirsgirêka Kurd dikin amûr ew e ku li Tirkiyeyê bername û helwesteke rast a demokratîk an jî sosyal nîne. Weke tê zanîn li her derê cîhanê di pirsgirêkên bi vî rengî de hêzên çep û yên ji xwe re dibêjin sosyal demokrat nêzîkatiyên erênî nîşan dikin.

Dewleta Tirk bi gelemperî li dijî Kurdan şereke taybet meşandiye. Tifaqa AKP-MHP’ê asta bilind a şerê qirêj û taybet ê li dijî Kurdan tê meşandin e. Divê neyê jibîrkirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hikûmeteke şerê taybet e. Ji hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo Kurdan tiştekî erênî nayê bendewarkirin. MHP’ê bi partiyên netewperest û faşîst ên li welatên din jî nayê hevberî kirin. Armanc û bernameyên cuda ên partiyên faşîst ên li welatên din jî hene. Tenê yek armanca MHP’ê heye; ew jî qedandina Kurdan e. Eger mirov di vê çarçoveyê de berê xwe nede ger gotin û gavên têkildarî MHP’ê wê bibe xefleteke mezin. 

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye. Wê bang li DEM’ê bikin; tiştên ku DEM wê qebûl neke ferz bikin. Dema ku DEM Partî û hêzên demokratîk gotinên wan nekin jî wê bi gotina me destê xwe dirêjî DEM’ê kir, qad vekir, derfet da, derfeta siyasetê da, lê bersiv nedan êrîşên xwe hê zêdetir bikin. Lîstika ku danîne wiha xuya dike. Ku Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ku pirsî ji bo vê pêvajoyê çi gav bên avêtin, got, ‘Tu bersivê vê bide.’ Dema ku rojnamevan bersiva, ‘Bêyî ku tu gav bên avêtin ev pêvajo were domandin’ da Erdogan bi gotina ‘bersiva rast da’ rojnamevan piştrast kir. Ya ke esas difikirin jî ev e.

Helbet divê hêzên demokrasiyê yên Kurd bibêjin, em ji bo çareseriyê amade ne, lê di serî de rakirina tecrîda Îmraliyê paqijiya wan rêyan bikin, em jixwe partiyên Tirkiyeyê ne, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Bêguman heta gavên diyarkirine neyên avêtin, divê helwest û têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bidomînin. Bi vî rengî divê lîstoka AKP-MHP’ê eşkere bikin.

Li vê derê diyarkirina xisûseke wê derxe holê ku MHP partiyeke çawa ye. Devlet Bahçelî beriya rojek her curê heqeretê li CHP û Ozgur Ozel kir, di vekirina meclîsê de ji Ozgur Ozelê re gotiye ev tiştên me gotiye li gorî pêwîstiya siyasetê ye, dilê xwe negirin. Va ye rastiya siyaseta Tirkiyeyê ev e. Taybetmendiya herî bingehîn a şerê taybet jî ev e. Yanî xapandina gel e. Tişta ku eşkere dibêjin, ji bo xapandina gel e. Lê di eslê xwe de polîtîkayeke cuda dişopînin. Çawa wiha tê gotin, bi rastî jî nayê fêm kirin. Ez bawerim ji devê wî şihitiye. Devlet Bahçelî di şexsê xwe de eşkere kir ku siyasetmedarê Tirk çi ye. Meşandina siyaseteke ku gel dixapîne ye. Tenê ev gotin jî bes e ku siyasetmedarekî jiyana siyasî biqedîne. Di vê aliyê de silava Devlet Bahçelî jî li gorî pêwîstiya şerê taybet e. Bi vî aliyê xwe ve hewldana tiştek derxistina ji gotin û destdirêjkirina Devlet Bahçelî, ne fêmkirina rastiya dewleta Tirk û ne fêmkirina polîtîkaya qirkirina Kurd e ku polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk e û hê jî didomîne.

Wê dewam bike...